19:23 19 Hezîran 2018
Bînalî Yildirim

Yildirim: ‘Em ji modela serokatiya Amerîkayê re jî hene’

© AP Photo / Eckehard Schulz
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya grûba partiyê de ragihand ku em ji modela serokatiya Amerîkayê re jî hene.

Enqere — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya grûba partiyê de ragihand ku em ji modela serokatiya Amerîkayê re jî hene.

Binali Yildirim di axaftina xwe de got: "Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonê de gotibû ‘heke hûn modeleke wekî ya Amerîkayê bînin kerem bikin, em ji vê re amade ne' me kerem kir bila modela Amerîka be, da hûn jî kerem bikin. Em

modela tirkan hildibijêrin, lê heke hûn bêjin îleh bila modela Amerîkayê kerem bikin em ji wê re jî amade ne."

Ewlehiya Kiliçdaroglu di bin xerentiya me de ye

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çend roj berê li Camiya Fatihê bûyereke nexweş qewimî. Xizmekî şehid qewaneke vala danî pêşiya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu. Hê wê demê jî me got ev tişt nayê qebûlkirin. Dibêje ewlehiya xwe em ê bi xwe bigirin û hêdî hêdî ber bi xeta HDPê ve diçin."

Serokwezîr di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tirkiye ji bo parastina can û malê herkesi amade ye. Ji bo vê pir meraq neke Kiliçdaroglu ewlehiya te jî di bin xerentiya me de ye. Lê ez ji we ricakarim di axaftinên xwe de hinekî berjewendiyên malabatên şehidan jî bipareze, ev daxwaza gel e."

 

 

 

Bi heman mijarî:

Rojnamevana tirk bi hinceta ‘heqaret li serokwezîr'kirye ceza xwar!
Pûtîn ji bo moşeka Vostoçniyê erza Cîgirê Serokwezîr bir
Nivîskarê tirk:'Erdogan biryara xwe da, serokwezîr diguhere'
Serokwezîr îstîfa kir
Mixalefetê li şûna serokwezîr xwe şewitand
Etîketan:
Modela serokatî ya Amerîkayê, Serokê CHPê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Kemal Kiliçdaroglu, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de