02:14 26 Sibat 2018
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Li navçeya Qaxizmanê 5 xwendekar hatin girtin.

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyonên siyasî ya li hemberî kurdan dewam dikin. Hate ragihandin ku li navçeya Qaxizmanê 5 xwendekarên KAODERê bi hinceta ‘Piştgirî dane rêxistina terorê' hatin girtin.

    Qers — Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê 7 xwendekarên ku endamên Komeleya Xwendekarên Qaxizmanê (KAODER) hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin ku ji wan 5 xwendekar hatin girtin.

    Xwendekarên ku li midûriyeta polêsan bi îdiaya "piştgirî dane rêxistinê" îfadeyên wan hatin girtin piştre derxistin edliyeyê. Ji xwendekaran G.Y, G.D, V.B, Ş.Y. Y.K hatin girtin, G.D. û M.E.U bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

    Xwendekarên hatin girtin şandin Girtîgeha Qaxizmanê.

    Bi heman mijarî:

    Li Agirîyê 2 kes bi hincetên siyasî hatin girtin
    Rêvebirê DBPê yê Sêrtê hate girtin
    AKAM: ‘Heke Demirtaş were girtin wê denge HDPê bigihîje sedî 15an'
    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 10 kes hatin girtin
    Etîketan:
    girtîgeh, rêxistin, piştgirî, hincet, girtin, xwendekar, Qers, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de