19:24 19 Hezîran 2018
Leşkerên Sûriyeyê

Rûsya: ‘Hejmara jiyangehên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 146an'

© Sputnik / Michael Alaeddin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku li Helebê bi nûnerê herêmeke din peymana agirbestê hat îmzekirin û bi ya dawî re hejmara wa gihîşte 146an.

Navenda Nûçeyan — Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê ragihand ku li Helebê bi nûnerê herêmeke din peymana agirbestê hat îmzekirin û bi ya dawî re hejmara wa gihîşte 146an.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya malpera înternetê de ragihand ku li Heleb, Hema û Hûmsê bi fermandarên grûbên mûxalif re hevdîtin didomin.

Her wiha li gorî agahiyên navendê di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 5 caran agirbest hat îxlalkirin û êrişên milîtanên rêxistina Ceyş-ul Îslam a li dijî Artêşa Sûriyeyê dewam kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a El Nûsrayê êrişî herêmên Helebê yên Meydan, Hamadiye, Şêx Meqsûd, Handrat El Ramuzi kirin. Milîtan, êrişên xwe yên Şam û Lezqiyeyê jî didomînin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
Artêşa Sûriyeyê ket sînorê Reqqayê
Artêşa Sûriyeyê li Raqayê dest bi operasyonê kir
Artêşa Sûriyeyê Celadê qelew ê DAIŞê girt
HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
Etîketan:
Navenda Çavdêrîya li Agirbesta Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê, Lezqiye, Şam, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de