15:52 19 Hezîran 2018
DAIŞ

Amerika doz li bankaya tirk vekir

© AFP 2018 / File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) doz li bankeya Kuveyturk vekir.Sedema dozê jî weke alîkariya karsazê kuweytî Hajjaj al-Ajmi, yê bo terorîstên DAIŞ û El Nûsrayê hate daxuyandin.

Navenda nûçeyan — Amerîka bi sedema ku karsazê kuweytî ji ser Tirkiyeyê alîkariya DAIŞ û El Nûsra yê dike doz li bankaya Kuveyturkê vekir. Karsaz Hajjaj al-Ajmi bi sûcên alîkariya madî û çekan ya bo terorîstan tê sûcdarkirin. Li gorî agahiyên nûçeya rojnameya Bîrgunê ya ku spartiye Oda Tvyê, tê gotin ku doz ji aliyê buroya hiqûqê ya Weissê ve hatiye vekirin. Hajjaj al-Ajmi yê ku wekî destekvanê El Qaîdeyê tê nasîn, pereyên ku ji komeleyeke alîkariyê berhev dike ji ser bankaya Kuveyturk ya Tirkiye ji terorîsstan re dişîne.
Hate gotin ku Hajjaj al-Ajmi kampanyayên xwe ji ser medyaya civakî jî dimeşîne û bi vê reyê heta niha gelek pere berhevkiriye.

HETA JIMAREYA HESABÊ HATE EŞKEREKIRIN
Ji aliyê din ve Hajjaj al-Ajmi, ji alîgiran daxwaz dike ku pereyan razînin hesabê bi jimareya TR960020500000869531100123 ya ku li ser navê Komeleya Lijneya Îslamî Şamê hatiye vekirin. Naveda Komeleya Lijneya Îslamî Şamê jî li Stenbolê ye.
Hate ragihandin ku Hajjaj al-Ajmi van tiştan bi tena serê xwe nake û kesekî bi navê Irshid al-Harji alîkariya wî dike. Irshid al-Harji pereyan  ji ser rêya Partiya Umetê ya Stenbolê ji terorîstên Îdlîb û Lazkiyê re dişîne.

Bi heman mijarî:

DAIŞ gundê ser sînorê Tirkiye teslîmî cîhadîstan kir
DAIŞ perestgeha Nabûyê teqand!
Barzanî: 'DAIŞ ji bo hemû nirxên mirovî xetereyeke mezin e'
Pêşmerge hişyarî kir: DAIŞ amadehiya êrişên kimyewî dike
Terorîstên DAIŞ 19 jinên kurd şewitandin
Etîketan:
el qaîde, el nûsra, daiş, alîkarî, Irshid al-Harji, Hajjaj al-Ajmi, Erebistan Siûdî, amerîka, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de