01:10 18 Hezîran 2018
PYD

Şervanên kurd li Minbicê 8 terorîst kuştin û çend gund rizgar kirin

© Sputnik / Hediye Levent
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şervanên YPG, HSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 8 terorîstên DAIŞê kuştin, gundê Hetabat û çend gundikên din li bakurê Minbicê rizgar kirin.

Minbic — Şervanên YPG, HSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 8 terorîstên DAIŞê kuştin, gundê Hetabat û çend gundikên din li bakurê Minbicê rizgar kirin.

Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê di roja xwe ya 14emîn de îro jî didome.

Çavkaniyên kerêmî ragihandin ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şevê din gundê Hetabat û çend gundikên ku kîlometroyekê dikevin bakurê bajarê Minbicê ji rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

Her wiha li gorî zanyariyên berdest di encama şer û pêvçûnên rizgarkirina van herêman de 8 terorîst hatin kuştin, 7 çekên Keleşkof û 2 bêtêl jî hatin bidestxistin.

 

 

Bi heman mijarî:

Li nêzî navenda Minbicê şerek dijwar rû dide
4 gundên din ên Minbicê jî hatin rizgarkirin
Şer li başûrê Minbicê dijwartir bû
Pevçûnên derdora Minbicê her diçe dijwar dibe: 69 kuştî
Li Minbicê çeka SPG-9 kete destê Meclîsa Leşkerî
Etîketan:
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, HSD, YPG, Minbicê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de