08:51 20 Sibat 2018
Zindî
    Gever - şer - pevçûn - wêran

    Adem Geverî: Dewlet li Geverê li hember alîkariyê astengiyan derdixe

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî diyar dike ku li Geverê mizgeft jî di nav de gelek avahî hatine wêrankirin. Herweha Geverî dibêje dewlet li hember belavkirina alîkariyan dibe asteng.

    Ferid Demirel — Cesim İlhan

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Geverê ya Colemêrgê biryara qedexeya derketina derve ya di 13ê Adarê hatibû ragihandin di 8ê Hezîranê de bidawî hat. Piştî bidawîhatina biryara qedexeyê bi pêşekiya Komeleya Alîkarî ya Rojava ve kampanyayek alîkariyê hate destpêkirin. Komele di çarçoveya kampanyayê de bangewazî kir da ku kelûpel ji bo alîkariyê bên komkirin.

    ‘NÊVIYÊ BAJÊR XIRAKIRINE'

    Parlamenterên HDPê jî di çarçoveya belavkirina alîkariyê û tespîtkirina zirara ku derketiye holê, çûn Geverê. Parlamenterê Wanê Adem Geverî jî yek ji wan e. Geverî derbarê rewşa bajar û belavkirina alîkariyen de ji Sputnîkê re axivî.

    Adem Geverî dibêje ku nêviyê bajêr hatiye xirakirin û van agahiyan dide, "Qismek jê malê wan xirabûne, tev hilweşandine. Qismek ji wan nêvî nêvî hatine hilweşandin, di pevçûnan de. Qismek ji wan jî nava malan xisar dîtiye. Eşyayê malê tev şikandine, tevlihev kirine. Polîsa tev daye nav hevdu. Pencere şikandine, tiştên malê şikandine. Dizîne."

    ‘7-8 MIZGEFT JÎ HATIYE RÛXANDIN'

    Parlamenter Geverî diyar dike ku heman tişt ji bo dikanan jî derbas dibe, "Dikanen esnafan jî wisa ne. Derabe zirar nedîtine, dîwar qulkirine. Ketine nava dikanan, zirar dayinê. Dizî kirine. Şikenandine."

    Li gor agahiyên ku Geverî dide ne tenê mal û dikan, herweha mizgeftên li navçeyê jî rastî heman helwestê hatine. Adem Geverî behsa 7-8 mizgeftan dike ku yan hatine şewitandin, yan jî bi roketên hewanê hatine rûxandin.

    Parlamenterê HDPê derbarê belavkirina alîkariyan jî diyar dike ku şaredarî û Komeleya Rojava dixebitin. Her dû sazî jî erzaq belav dikin. Yên ku xaniyên wan tunebin xanî didin wan û yên pêwîstiya wan bi erzaq hebe jî erzaq didin. Adem Geverî dibêje ku lê dewlet li hember van xebatan dibe asteng.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê Geverê jî di nav de 7 kes hatin girtin
    Heyetekê CHPê serdana Geverê dike
    Li navçeya Geverê şer dijwartir bû
    Balafirên tirk êrişî kampên PKKê ya Qendîl Dêrsim û Geverê kirin
    HDP û DBPê bang kir: Werin Geverê
    Etîketan:
    qedexe, mizgeft, Komeleya Alîkarî ya Rojava, HDP, Adem Geverî, Gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de