10:32 24 Hezîran 2018
Heleb

HELEB - 24 saet 12 kuştî

© Sputnik/ Michael Alaeddin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Helebê di nava 24 saetan de, şer di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên terorîstan de derket û di encamê de 12 welatiyên sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li navenda Helebê û çolterên rojava û bakurê Helebê, di nava 24 saetan de şer di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên terorîstan de derket û di encamê de 12 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Komên terorîstan taxên El-Muhafeza, El-Mîdan, El-Hemdaniya, Heleb Cedîda, Nezla Edînos, Silêman Helebî, Mogambo, El-Azemiya, El-Cabiriya, Bustan El-Zehra, Eşrefiya û kolana Baronê bombebaran kirin. Di vê êrişa bobebaranê de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejîmê li çoltera rojavayê Helebê bi balafirên şerî gundên Babîs, Hûr, Encara û Orm El-Kubrayê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, di vê bomberanê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Dîsa balafirên rejîmê, bakurê Helebê jî bombebaran kir û di encamê de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Herwiha hêzên rejîmê li navenda Helebê bi bombeyan êrişî taxên Qazî Esker, Saxûr, Bustan Paşa, Biêdîn, Hulok, Şêx Xidir, Sukerî, Bab El-Nêrab, El-Meşhad, El-Heyderiyê, El-Ferdos, El-Amiriyê, Cendûl, Kastêlo û Lêremûnê kir û di encamê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin.

 

 

 

Bi heman mijarî:

HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
Esad: Heleb Stalingrada me ye
Heleb - Artêşa Tirkiyeyê êriş kir!
DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye
Bi wêneyan beriya şer û piştî şer ‘Heleb'
Etîketan:
birîndar, kuştî, welatiyên sivîl, bombebaran, Operasyon, Şer, Êrişên komên terorîst, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de