13:43 21 Hezîran 2018
Leşkerên Tirk

Li Dêrsimê êrîşeke bi roketavêjan pêk hat

© Foto : AA / Mesut Varol
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku şervanên PKKê, li navçeya Pulurê ya Dêrsimê bi roketavêjan êrîşa avahiya Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê kir.

Dêrsim - Li gorî agahiyên ketine destê me, duh ber êvarî, şervanên PKKêbi roketavêjan êrîşî Fermandariya Cendirmeyan a Pulura Dêrsimê kir.

Li gorî nûçeya Aayê, PKKyî bi 4 navgînan hatin deverê û piştî ku roket avêtin avahiyê, gule li avahiyê reşandin. Herwiha du roket li nêzîkî avahiyê ketin lê ti kes nehat kuştin an jî birîndar nebû.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê, operasyonên berfireh li herêmê hatin destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Li Dêrsimê li hember cendirmeyan êrîş
Li Dêrsimê 6 DBPyî hatin desteserkirin
Girtin li Dêrsimê berdewam in
Li Dêrsimê şer: kuştiyek û birîndarek
11 herêmên din ên Dêrsimê hatin qedexekirin
Li bajarê Dêrsimê operasyon: 18 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
roket, êrîş, PKK, Pulur, Dêrsim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de