13:57 19 Hezîran 2018
Leşkerên Artêşa Sûriyayê

Pentagon: Sûriye û Rûysa ber bi Reqqayê ve diçin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Hêza Peywira Hevbeş a operasyonên Biryardara Suriştî ya Navenda Fermandariya DYAê (CENTOM) Christopher Garver ragihand, Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê ber bi bajarê Reqqayê ve diçe.

Navenda Nûçeyan — Gaverî diyar kir ku ew sedema bingehîn ya çalakiyên Rûsya û Sûriyeyê nizanin û wiha dewamkir: "Em hewl nadin ku berdevkiya rûs û sûriyan bikin, lê me tevgerên wan ber bi Reqqayê ve tesbît kirin".

Berdevkê Amerîkayê teqez kir ku leşkerên rûsî û sûrî li rojava û başûrê Reqqayê ne û wiha got, "wiha diyar e ku ew ber bi Reqqayê ve diçin".

Ji aliyekî din ve, niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştgiriya hêzên kurd, YPG û Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê hewl didin Reqqayê rizagr bikin.

Herwiha Artêşa Sûriyeyê karibû êrîşên DAIŞê têk bibe û roja şemiyê ketibû sînorên parêzgeha Reqqayê.

 

 

Bi heman mijarî:

Malbateke êzîdî li Reqqayê hat rizgarkirin
Rûsya:'Li Reqqayê refîneya petrolê ya terorîstan hat îmhakirin'
Artêşa Sûriyeyê jî amadekariya operasyona Reqqayê dike
Lavrov:'Ji bo rizgarkirina Reqqayê divê Rûsya û Amerîka hevpar bixebitin'
Amerîka:'Em naxwazin Rûsya tevlî operasyona Reqqayê bibe'
Operasyona Reqqayê dest pê kir
Etîketan:
Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Hêza Peywira Hevbeş a operasyonên Biryardara Suriştî, Christopher Garver, Amerîka, Rûsya, Sûriye, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de