10:31 22 Hezîran 2018
Malbat - Iraq - iraqi

Sputnikê, wêneyên iraqiyên ji DAIŞê reviyane girtin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Piştî dijwarbûna şerî li Iraqê, di navbera hêzên Iraqê û DAIŞê de, Sputnîkê kêlîka reva 3000 iraqiyan ji ber DAIŞê weşand.

Bexda
© AFP 2018 / HAIDAR MOHAMMED ALI
Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku bi hezaran iraqî ji herêmên di bin kontrola DAIŞê de yên parêzgeha Enbarê direvin. Ew iraqiyên ku herdû salên dawî, di bin dorpêça DAIŞê de neçar man ku bi birçîbûn terorê re bijîn, niha ji malên xwe direvin.

Endamê encûmena nexweşxaneya navendî ya Fellûcayê Îslaîl Îsawî ji sputînkê re got, nêzîkî 1500 kes ji bajarî reviyane û dora 500 kesî jî ji gundê Zobaayê derketine. Tevahiya malbatan berê xwe daye cihên ku Artêşa Iraqê û hêzên gel lê ne.

Herwiha Îsawî diyar kir, "1700 welatiyî ji Saklavyaya li bakurê Fellûcayê derketin û berê xwe da deverên ku hêzêb gel ew rizgar kirine".

Ji aliyekî din ve, hêzên ewlehiyê, zilamên ku ji DAIŞê reviya şandin deverên ewle ta ku kontrol bikin bê endamên DAIŞê ne yan na.

Bi heman mijarî:

Li Felûca DAIŞ serê 7 jinan birî
Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin
Di operasyona Fellûceyê de 250 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Etîketan:
rev, şer, DAIŞ, Artêşa Iraqê, Îslaîl Îsawî, Fellûca, Enbar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de