06:48 19 Sibat 2018
Zindî
    mehmet şîmşek

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê: ‘Emê bi Almanya re têkiliyên xwe xurttir bikin'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek diyar kir ku Almanya hevkarên wan ên herî mezin yê tîcarî ye û wê têkiliyên xwe yên di vî warî de xurttir bikin.

    Navenda nûçeyan — Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek beşdarî bernameya NTVyê bû û li ser pêvajoya nû ya têkiliyên Tirkiye û Almanyayê hin nirxandin kir. Şîmşek derheqê pêşnûmeya qirkirina ermeniyan de diyar kir ku ‘ev yek ne karê dostan e' û wiha dewam kir: ‘Almanya bi pejirandina pêşnûmaya qirkirina ermeniyan şaşiyek mezin kir. Em gelekî bihêrs in. Lê emê têkiliyên xwe nekin qurbana hêrsa xwe.‘

    Şîmşek bal kişand ser hevkariya tîcarî ya Tirkiye û Almanyayê û diyar kir ku Almanya bazara herî mezin ya tîcarî ya Ewrûpayê ye lewma jî ji bo zerar negihêje ser têkiliyên ticarî wê tiştên hewce bikin. Şîmşek pirsgirêka bi Almanyayê weke pirsgirêkeke siyasî binav kir û got ji bo zirar negihêje ser beşên aborî, tîcarî û razemeniyan bergiriyên hewce wê bê standin.

    ‘ALMANYA HEVKARÊN ME YÊN HERÎ MEZIN YÊ TÎCARÎ YE'
    Şîmşek di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wê kevir li coka xwe nexin û wê têkiliyên xwe yên li gel Almanyayê xurttir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Biryara Almanya wê Erdogan bîne ser hişê wî
    Erdogan: Têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê dê gelekî xera bibin
    Li Almanya 3 terorîstên DAIŞê hatin zeftkirin
    Almanya:'Dirêjkirina mûeyîdeyên ser Rûsyayê êdî zor e'
    Almanya: 'Em ji rewşa Tirkiyeyê bi endişene, emê endîşeya xwe bigihînin Erdogan'
    Etîketan:
    bazirganî, hevkarî, aborî, mehmet şîmşek, almanya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de