10:46 22 Hezîran 2018
Çekdarekî ji Bera El-Nusra

Rûsya: Terorîstên El-Nusrayê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.

© AP Photo / Al-Nusra Front Twitter page
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand, ku terorîstên El-Nusrayê ji sînorên Tirkiyeyê derbasî nav axa Sûriyeyê bûn.

Navenda Nûçeyan — Daxuyaniyê diyar kir ku hejmara terorîstên ku ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne, 160 kes e û wiha dewam kir: "Van milîtanan ji bo xurtkirina koma xwe ya terorîst, ji Tirkiyeyê derbasî bakurê Idliba Sûriyeyê bûn".

Herwiha daxuyaniyê ragihand, ku El-Nusra û DAIŞ di van çend rojên dawî de, topbarana keşfê dikin û armancên ku dê bi dest bixin, diyar dikin, herwiha gelek deverên jiyanê, avahiyên birêveberiyê û sengerên Artêşa Sûriyeyê û milîsan bombebaran dikin.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
Sûriye:'Tirkiye hê jî çekên giran dide milîtanan'
Sûriye: Tirkiye û Amerîkayê dixwazin welatê me wêran bikin
ÎDIAKî BALKÊŞ - Di navbera Tirkiye û Sûriye de hevdîtinên nehênî pêk tên.
Etîketan:
Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, El-Nursa, DAIŞ, Idlib, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de