18:02 21 Sibat 2018
Zindî
    Şêxmeqsûd tê bombekirin

    El Nûsrayê dîsa êrişî Şexmedsûdê kir: Bi dehan kuştî û bi sedan birîndar!

    © Foto: Gap Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku terorîstên El Nûsrayê êrişên xwe li ser taxa Şexmeqsûda Helebê zêdetir kirin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûn.

    Heleb — Rayedarekî ji navenda rûsî ya şopandina agirbesta Sûriyeyê, got: Terorîstên El Nûsrayê li bakurê Helebê li ser taxa Şexmeqsûdê, bakurê rojavayê jî li taxa Handaratê, li bakurê rojavayê jî li ser taxa Karasiyê êrişên xwe zêdetir kirin.

    Di encama êrişan de herî kêm 100 welatiyên sivîl birîndar bûne û kesên ku hatine kuştin jî bi dehan kes jî hatine kuştin.

    Rayedarê rusî ragihand, ku El Nûsra bi tenê êrişî hêzên rejîmê nake û êrişî malên welatiyên sivîl, marketan, dermanxaneyan jî dike. Bi rastî jî li gorî agahiyên rayedarê rusî kesên ku hatine kuştin û birîndar bûne bi piranî welatiyên sivîl in.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstan dîsa êrişî Şêxmeqsûdê kir: 4 kuştî 17 birîndar
    Balafirên Artêşa Sûriyeyê Şêxmeqsûdê bombebaran dikin
    Terorîstan dîsa bi çekên Kîmyawî êrîşî Şêxmeqsûdê kir
    YPG: 5 terorîst li Şêxmeqsûdê hatin kuştin
    Rêxistina Efûyê: Li Taxa Şêxmeqsûdê sûcên şerî hat kirin
    Grûbên terorîst dîsa êrişî Şêxmeqsûdê kirin: Zarokek bi giranî birîndar bû
    Rejîm jî li Şêxmeqsûdê dixin
    Etîketan:
    sivîl, birîndar, kuştî, El-Nusra, Sûriye, Karasi, Handarat, Şêxmeqsûd, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de