14:02 18 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    Hêzên kurd ên Rojavayê gihîştin taxên derve yên Minbicê

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku pêşengiya wê YPG dike, gihîştin taxên derve yên Minbicê ya ku di destê DAÎŞê de ye.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyên ku agahî dane Al Jazeerayê diyar kir, ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) ku pêşengiya wan YPG dike, li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Bakur ên Minbicê, bi DAIŞê re şer dikin. Çavkaniyan anî ziman, ku HSD hîn neketiye bajaroka Minbicê û pevçûn li taxên derve yên ku di nuqteya sifir a sînorên bajarokê de ne, diqewime.

    Tê ragihandin ku HSDê him ji aliyê Bakur him ji aliyê Başûr him jî ji aliyê Rojhilat, herêma Minbic dorpêç kiriye û tenê aliyê Rojavayê bajarokê vekirî maye ku sivîl bikarin ji wir birevin.

    HSDê di 25ê Gulanê de diyar kiribû ku li hemberî bajarê Reqqayê ku DAÎŞê ew wek paytexta xwe îlan kiribû, dest bi operasyonê kiriye û paşê di 1ê Hezîranê de hêza xwe ajotibû ser bajarokê Minbicê û ji bo girtina vî bajarokê dest bi êrîşan kiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Şedadê 32 terorîst hatin kuştin!
    YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
    YPG: 2 êrîş 5 kuştî
    YPG: Di encama topbarana leşkerên tirk de endamê Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    êriş, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, HSD, YPG, DAIŞ, Reqa, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de