02:13 18 Sibat 2018
Zindî
    Li camiyê Kiliçdaroglu protesto kirin

    Di merasîma cenazeyan de Kiliçdaroglu hat porotestokirin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Grûbekê di merasîma cenazeyên polêsên ku di teqîna Veznecilerê de jiyana xwe ji dest dabûn li hemberî qewzegula Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nerazîbûna xwe nişanda.

    Stenbol - Grûbekê di merasîma cenazeyên polêsên ku di teqîna Veznecilerê de jiyana xwe ji dest dabûn li hemberî qewzegula Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nerazîbûna xwe nişanda.

    Grûbekê di merasîma cenazeyên polêsên Gokhan Topçu û Kadir Cihan Karagozlu ku di teqîna Veznecilerê de jiyana xwe ji dest dabûn li hemberî qewzegula ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu şandibû nerazîbûna xwe nişandan û xwestin navê wî yê ser qewzegulê bibrin.

    Di merasîma cenazeyan de Serokwezîr Binali Yildirim, Serokê CHPê Kemal kiliçdaroglu, Wezîrê Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Tendirûstiyê Recep Akdag tevlî bûn. Beriya merasîma cenazeyan ku qelebalix li benda nimêja cenaze bû gengeşiya qewzegulê derket.

    Li gorî nûçeya CNN Turkê, hinek kesên ku tevlî merasîma cenazeyan bibûn bertek nîşanî qewzegula Kiliçdaroglu dan û xwestin navê wî jê bibrin. Midûrê Ewlehî yê Stenbolê Mustafa Çalişkan grûb hişyar kir û ji wan xwes ku sekan bin û got: 'Di merasîma me de bane şer were kirin û qewzegul bê perçekirin.'

    Her wiha piştî ku Serokê CHPê Kiliçdaroglu ji bo nimêja cenaze çû qada nimêjê ji terefê grûbekê ve hat protestokirin û piştî derketina wî ji camiye jî dîsa gengeşî derket.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Kesên ku piştirgiyê bidin HDPê ez ê wan ji partiyê bavêjim
    Kiliçdaroglu bi hêkan hat protestokirin
    Kiliçdaroglu:'Ji bo îfadeyê li şûna min bila bangî Erdogan bikin'
    Kiliçdaroglu:'Îradeya 23 milyon kesî tune hesibandin'
    Kiliçdaroglu:'Şensê AKPê heye ku şerîet nayê'
    Etîketan:
    Di cenazeyê polêsan de kiliçdaroglu protesto kirin, Serokê CHPê, Kadir Cihan Karagozlu, Gokhan Topçu, Mustafa Çalişkan, Kemal Kiliçdaroglu, Binali Yildirim, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de