18:31 25 Sibat 2018
Zindî
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli: Biryara guhertina cihên ermeniyan helal e

    © Foto: AA/ Orhan Karslı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê MHP Devlet Bahçeli, bersiva biryara parlementoya Almanyayê ya nasîna qirkirina ermeniyan da û got, wê rojê ev biryar nehata dayîn, siberoja gelê me dê têketa xeterê. Eger îro heman tişt bibûya, diviyabû dîsa heman biryara bihata dayîn.

    Enqere — Bahçelî di civîna partiya xwe ya parlementoyê de axivî û nasîna qirkirina ermeniyan, wek "reşkirina bêşerm" û parlementerên alman jî wek "wekîlên xaçperest" bi nav kirin.

    "SIBEROJA GELÊ ME DÊ TÊKETA XETERÊ"
    Serokê MHPê Devlet Bahçeli, axiftina xwe wiha dewam kir: "Guhertina cihên ermeniyan, nayê wateya tinekirina wan. Ew bi armanca parastina dewletê ye, ew jî tiştekî sed ji sedî rast e, heta tu bixwazî, helal e. Divê neyarên tirkan baş bizanin ku Osmanî di meseleya Tewqîf-Tehcîrê de, di dawiya rêzê de ye." Ew biryar pêk nehata, siberoja gelê dê têketa xeterê. Biryara tehcîra sala 1915an sed ji sedî rast e. Îro bûya, diviyabû dîsa bihata pêkanîn."

    "XWÎNA ŞÎRHERAMAN NAHERIKE, XWÎNA WAN TINE"

    Bahçelî, derbarê gotinên Erdoganî yên ji bo parlementerê esiltirk Cem Ozdemîr gotibûn de, wiha axivî: "Eger gotinên birêz Erdoganî me bigotina, em ê bi nijadperestî û cudakeriyê bihatina tawanbarkirin. Birêz serokkomar, careke din nebêjin, ‘xwîn' xwîna şîrheram naherike, xwîna wan tine."

    BAHÇELI JI BO NISÊBÎNÊ HEMAN TIŞT GOTIBÛ

    Herwiha Bahçelî berî niha ji bo bajarê Nisêbînê yê ku şer şer di navbera dewlet û YPSê de lê berdewam bû, dîsa wiha gotibû: ""Sê rojan mohletê bidin welatiyên Nisêbînê, dûre kitê ji wan nehêlin, kuçî li ser kuçî nehêlin. Eger ber şehadetan neyê girtin, ew ê şerê navxweyî derkeve. Tirkiye dê bibe wek Sûriyeyê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
    KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin
    Li Mûşê operasyona qirkirina siyasî: 35 kes hatin binçavkirin
    FLAŞ ÎDIA - Bi hezaran tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan îsîtfa kir
    BANGA LEZGIN - KCKê li dijî qirkirina kurdan banga têkoşînê li gel kir!
    FLAŞ ÎDIA - Tîmên taybet li dijî qirkirina kurdan, yan xwe dikujin an jî îstîfa dikin
    Etîketan:
    qirkirina ermeniyan, MHP, Cem Ozdemir, Recep Tayyip Erdogan, Devlet Bahçeli, Nisêbînê, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de