06:24 20 Sibat 2018
Zindî
    Milîsên şie

    Îran milîsên şîî dişîne Sûriyeyê

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku komarê Îranê ji bo Sûriyeyê sewqiyata milîsên şîî dike. Herwiha sewqiyata herî dawîn di 14ê Gulanê de ji Bexdayê bo Şamê hate kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan, Îran sewqiyata milîsên şîî bo Sûriyeyê dike û hejmara milîsên li Sûriyeyê, ji 40 hezarî derbas kiriye. Wêneyên di derbarê milîsên şîî yên Iraqî de ku ji bo Sûriyeyê dihatin şandin, hatin bidestxistin. Operasyona dawîn di nava meha borî de ji Bexdayê ji bo Şamê hatibû pêkanîn. Balafira Syrian Air ku di 14ê Gulanê de ji Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji bo Şamê rabûbû, ji bo şerê li Suriyeyê tenê milîsên Iraqî veguhestin.

    Piştî perwerdehiya 15 rojî çûna eniyê

    Hat diyarkirin ku milîsên şîî piştî ziyareta Tirbeya Hz. Zeyneb li Şamê, çend roj derbas kirin û paşê ew bi otobusan birin eniya Helebê ku dijwartirîn şer li wê eniyê peyda dibe.

    Herwiha ji bo milîsên ku li vir di Akademiya El-Esad de hatin bicihkirin, perwerdehiyeke berfireh ya nexşeyê hat dayîn. Perwerdehiyê giştî ya nexşeyê û ya leşkerî ya milîsan 15 rojan ajot û paşê ji bo Eniya Han Tûmam ku li başûrê Helebê ye, hatin şandin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îran: Binkeyên me li Herêma Kurdistanê tune ne
    Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
    ‘Îran dixwaze,Komel jî tevlî peymana YNK û Tevgera Goran bibe'
    Îran:'Xwarin xwarina ji destê kurdên yarîsanî heram e'
    Îran, amadehiyê dike ku hisabê 63 salan ji Amerîkayê bipirse
    Etîketan:
    Balafirgeha Navneteweyî, Sûriye, milîsên Şîî, bexda, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de