11:07 23 Hezîran 2018
Aysel Tugluk

HDP: Wê nikaribin me ji siyasetê dûr bixînin

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkara Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Aysel Tugluk diyar kir ku AKP bi rakirina parêzbendiyan dixwaze partiya wan ji siyasetê dûr bixe, lê wê negihêjin meqseda xwe. Lewra qada siyaseta HDPê ne tenê parlementoya Tirkiyeyê ye.

Navenda nûçeyan — Tugluk piştî erêkirina pêşnûmeya rakirina parêzbendiyan ya ji aliyê Serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan daxuyaniyeke nivîskî da. Tugluk di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: ‘Di serî de mafên îfade, hilbijartin û hilbijêrînê, mafê parastin û serlêdanê, mafên raman û dengdanê tên binpêkirin. Ev mafên tên binpêkirin rê li ber siyasetê digre û cudahiyeke mezin dixe nava gelê aştîxwaz.'

FIŞAREKE SIYASÎ YA MEZIN LI HDPÊ TÊ KIRIN

Tugluk helwesta rakirina parêzbendiyan weke gava sereke ya fişara siyasî bi nav kir û diyar kir ku di vê çarçoveyê de ji meha Tîrmehê heta niha gelek şaredar û endamên partiye hatin girtin. Tugluk da zanîn ku hikumetê heta niha dest daniye ser gelek avahiyên partiya wan û bi dehan mîtîngên wan hatine betalkirin.

Tugluk da zanîn HDP astengiya sereke ya li ber xeyala serokatiya Erdogan e lewma jî bi rakirina parêzbendiyan armanc dike ku astengiyên li ber serokatiya xwe rake. Tugluk got qada siyasetê ya HDPê ne tenê parêlementoye û wê li her derê derkevin pêşberê Erdogan.

Bi heman mijarî:

Selahattin Demîrtaş ji bo Erdogan: HDP bûye kabûsa te
HDP bi 92 fotografan, wêraniya Cizîrê nişan dide
HDP: Gelo raste ku şîrketên tirk ji DAIŞê re madeyên kîmyewî dişinin?
HDP û DBP ji bo çalakiyan bi çapemeniyê re civiyan û bangî gelî kir
HDP: Emê serî netewînin!
Etîketan:
serokatî, parêzbendî, pêşnûma, erdogan, Aysel Tugluk, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de