16:52 19 Hezîran 2018
Mihemed Sidîq Kebûdwend

Çalakvanê kurd ji Îranê re got: Na

© Foto: KURDPA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Desthilata Îranê, rojnamevan û çalakvanê Kurd, Mihemed Sidîq Kebûdwend ku ev bêtirî mehekê ye, ketiye greva birçîbûnê ji nexweşxaneyê veguhest girtîgehê.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bijîşkan ji Kebûdwend xwestiye greva xwe bi dawî bîne, hinekî xwarinê bixwe da ku rêjeya potasyûma xwîna wî vegera asta normal, lê wî qebûl nekiriye û xwestiye daxwazên wî bên bichkirin. Girtiyê siyasî yê kurd, Kebûdwend dixwaze ew tometên ku nû lê hatine vekirin, bên rakirin.

Ji aliyekî din ve, piştî ku çalakvanê kurd daxwazên bijîşkan nepejirandin, desthilata Îranê Kebûdwend ji nexweşxaneyê vegerand girtîgehê.

Mihemed Sidîq Kebûdwend ji Tîrmeha sala 2007an ve bi tohmeta "têkbirina ewlehiya rejîmê" bi 10 sal zîndan hatiye darizandin û niha jî li girtîgeha Êvînê ya Tehranê girtî ye.

Îsal ku hindik mabû sizaya wî xilas bibe, dozgerên Komara Îslamî wî ji ber peyamekê ku ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş re şandibû, bi tometa "propagandaya li dijî pergalê" ji nû ve hat tawanbarkirin.

Herwiha tometeke din jî li ser daxuyaniyekê ye ku wî tê de piştevaniya xwe ji berxwedana Kobaniyê re diyar kiribû, bû sedema dozeke din.

Wekî protestokirina tometên nû, Kebûdwend ji 8ê Gulanê ve di grêva birçîbûnê de ye.

Kebûdwendê 54-salî damezrînerê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê û edîtora kovara "Peyamê Merdom" e.

Bi heman mijarî:

Îran: Li 12 mehên paşiyê 12.000 kurd hatine girtin
Îran dixwaze bi belgeyên sexte zarokekî kurd îdam bike
Îran 11 girtiyên kurd dê radestî Kurdistanê bike
Neteweyên Yekbûyî: ‘Îran zarokê kurd dipirçiqîne’
Îran mercê datîne ber girtiyên kurd: ‘Îtirafa televîzyonî’
Îran destûr nade ku kurd bibin namzedê parlamenteriyê
Etîketan:
greva birçîbûna, girtin, Selahettin Demîrtaş, Mihemed Sidîq Kebûdwend, Kobanî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de