06:37 18 Hezîran 2018
Li hemberî Avahiya Asayişa Midyatê êrîşeke bombeyî

Li Midyadê komekê êrîşî rojnamegeran kir

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li navçeya Midyadê rojnamegerên ku bûyera êrîşa li ser avahiya asayişe dişopandin rastî êrîşekê hatin.

Navenda Nûçeyan — Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê piştî ku li hemberî avahiya miduriyeta asayişê êrişeke bombeyi pêk hat rojnameger ji bo bûyerê bişopînin çûn navçeyê. Rojnameger Sertaç Kayar, Mahmut Bozarslan û Hatîce Kamer jî dema ku bûyer dişopandin rastî êrîşa komekê hatin û birîndar bûn.

Sertaç Kayar li ser hesabê xwe yê twitter ê aşkerekir ku komeke ciwan bi beran êrîşî wan kiriye û û ew di ciyekî de asê mane.

Kayar herweha ji rojnameya Evrenselê re diyarkir ku "Ciwan nêzîkî polîsan bûn. Me dîmen nedikişand. Êm ji ciyê bûyerê dûr diketin. Lê ciwan bi dû me ketin û ber avêtin me. Em her sê jî birîndar Bûn. Hatice Kamer ji serê xwe birîndar bûn. Hatice û Mahmut rakirin nexweşxaneyê.

Mahmut Bozarslan jî piştî demekê li ser hesabê xwe yê twitter ê ragihand ku ew li nexweşxaneyê ne û rewşa wan baş e.

 

Bi heman mijarî:

Li dijî Midûriyeta Ewlehî ya Midyadê bi wesayîta bombekirî êriş: 3 kuştî û 30 birîndar
Di rêya Hezex û Midyadê de 6 tir hatin şewitandin
Li Dêrsimê li hember cendirmeyan êrîş
Li Mêrdînê êrîş: 2 leşker birîndar bûn
Li Giresunê êrîş birin ser qereqola cendermeyan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de