08:38 21 Sibat 2018
Zindî
    peyama Kurdistan

    ’Peyama Kurdistan’’ê li Amedê ye..

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komele, sazî û rêxistinên bi navên kurdî li Amedê roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî komeleya bi navê Peyama Kurdistan jî li Amedê vebû û dest bi xebatên xwe kir.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Komele, sazî û rêxistinên bi navên kurdî li Amedê roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî komeleya bi navê Peyama Kurdistan jî li Amedê vebû û dest bi xebatên xwe kir. Serok û rêvebirên komeleyê endamên Partiya Demokrata Kurdistan — Tirkîye (PDK-T) ne jî. Lê ew diyar dikin ku komeleya wan dê serbixwe be û karên xwe bi xwe bimeşîne.

    Li gorî qeydên Walitiya Amedê li Amedê 1500 komele hene bes piraniya van komelayan ne çalak in.

    Rêvebirên Komeleya Peyama Kurdistan ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku ew dê her çalak bin û dê barê çalakbûnê jî li ser ciwanên komeleyê be.

    Serokê Komeleya Peyama Kurdistan Zafer Biçici got: ‘'Em hemû aliyên siyasî vedixwînin komeleya xwe. Em ji tu kesî re nabêjin ‘Tu ne ji aliyê me yî, neyê' Kî xwe kurd dihesîbîne cîhê wî li komeleya me heye. Komeleya me dê komeleyeke

    Di Sedsaliya Sykes-Picotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê''
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    çalak be û hêvîya me ji ciwanan heye. Kurd siyasetê dixînin nav her tiştî, ew kêmasiya me hemûyan e. Bes komeleya me tenê li ser siyasetê xebatê nake. Bi endamên xwe yên ciwan re em dê li ser her aliyê jiyanê bisekinin.''

    Cîgira Serokê Komeleya Peyama Kurdistan Selva Baksî jî wiha axivî: ‘'Ez bi qasî 30 salan dûrî welêt bûm. Niha 63 salî me, ez li welêt im û dixwazim em xebatên baş li vir bimeşînin. Gava ez nû vegeriyam rewşa sazî, komele û partî û rêxistinên li vir qet xweşiya min neçû. Di vî emrê xwe de ez ê bi dil û can xwe li ber xebatên komeleyê dim. Ez bawer dikim ku em ê bi ciwanên vê komeleyê hin tiştan li welêt biguherînin.''

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
    Amed - Li banê avahiyeka leşkerî teqîn çêbû
    Operasyonên siyasî -Polêsan li Agirî, Amed û Çewlikê 19 welatî desteserkirin
    Amed - Polîsan bi ser avahiya DBPê de girt!
    Seferên Amed û Hewlêrê dest pê kir
    HPG: Bîlançoya Amed û Oremarê eşkere kir – 11 kuştî
    Etîketan:
    rêxistinên kurdan, kurd, PDK-T, Peyama Kurdistan, Selva Baksî, Zafer Biçici, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de