17:51 21 Gulan 2018
    pramîdên misrê

    Hedefa DAIŞê ya nû: Pramîdên Misrê

    © Foto: anatoliamed.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Terorîstên DAŞê piştî ku perestgeha Nabû ya 2500 salî ya li Iraqê teqand diyar kir ku hedefa wan ya nû pramîdên Misrê ne.

    Navenda nûçeyan — Terorîstên DAIŞê persertgeha Nabû ya li Iraqê teqandin û wîdeoya dema teqînê li ser malpereke înternetê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku perestgeha kevnare ya ku ji serdema Asûriyan maye bi dozer û bombeyan tê rûxandin. Terorîstên DAIŞê di dawiya wîdeoyê de wêneyên Pramîda Gîza ya Misrê nîşan didin û ev derê weke hedefa xwe ya nû binav dikin.

    LI SÛRIYE Û IRAQÊ GELEK BERHEMÊN DÎROKÎ HATIN RÛXANDIN
    Terorîstên DAIŞê heta niha li Sûriye û Iraqê bi hezaran berhemên kevnare yan rûxandin û yan jî ji ser Tirkiyeyê bi rêya qaçaxî firotin. Dîplomatê rûsî Vitaly Çurkin derheqê berhemên di destên DAIŞê de raportek amade kiribû û diyar kiribû ku DAIŞ van berheman ji ser bajarê Dîlokê difroşe û dewleta tirk jî hay ji vê yekê heye. Lê heta niha ti midaxeleyeke fermî nehatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
    Dewlet mudaxaleyî berhemên dîrokî yên destên di destê DAIŞê de nake
    Rûsya: Dîlok bûye navenda dan û standina DAIŞê ya berhemên dîrokî
    DAIŞ, li ser sînorê Tirkiyeyê qaçaxiya berhemên dîrokî dikir
    Etîketan:
    nabu, asûrî, rûxandin, daiş, berhemên dîrokî, sûriye, iraq, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de