17:05 24 Sibat 2018
Zindî
    Balafirên Tornado

    Tirkiyê destûr neda ku rojnamegerên alman serdana Baregeha Încîrlîkê bikin

    © Flickr/ aceebee
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Meclîsa Federal a Almanyayê bûyerên 1915ê weke ‘qirkirina Ermenan' nas kir, Tirkiyê daxwaza serdana rojnamegerên alman qebûl nekir ku dixwestin biçin Baregeha Încîrlîkê.

    Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya pişka tirkî ya DWyê, komeke rojnamegerên almanî daxwaza ku lêkolînê ya derbarê balafirên tîpa Tornado kirin ku li Baregeha Încîrlîkê hatine bicîkirin. Herçiqas ku ev daxwaz berê hatibû plankirin jî di demêwî de ji hêla Tirkiyê ve hate redkirin.

    Berdevkê Navenda Fermandariya Yekîneyên Tornado yên li Încîrlîkê ji ajansa DPAyê re axivî û got ku ji bo serdanê wan nekarîbû destûrê ji rayedarên tirk bistînin.

    Tê diyarkirin ku dibe sedema destûrnedanê ji ber qebûlkirina pêşnûmeya ‘qirkirina Ermenan' be. Pêşnûme di 2ê Hezîranê de ji hêla Meclîsa Federal a Almanyayê hatibû qebûlkirin.

    Balafirên şer ên Tornado ji bo li hember DAIŞê bê bikaranîn li baregehê hatibûn bicîkirin. Rojnamegeran ji bo meha adarê daxwaza serdana baregehê kiribûn, lê ji ber ku li Enqereyê bombe teqiyabû serdan bi sedema ewlekariyê hatibû bipaşxistin.

    Bi heman mijarî:

    Almanya dixwaze firîngeheka leşkeri li Încîrlîkê çêbike
    Serokomariya Tirkiyeyê: ‘Balafirên Siûdî li Încîrlîkê ne'
    Şêwirmendê Erdogan: ‘Li hemberî helwesta Amerîkayê dibe em Încîrlîkê bigrin'
    Balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê xistin, ji baregeha Încîrlîkê rabûn
    Hêza Hêwayî ya 4 dewletan li Încîrlîkê civîn kirin
    Amerîka li Încîrlîkê hişyariya ‘rewşa bi guman' kir
    Etîketan:
    rojnameger, serdan, Meclîsa Federal a almanî, Ajansa Nûçe ya Almanî (DPA), Deutsche Welle (DW), Elmanya, Încîrlîk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de