02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Demirtaş

    ‘Dema ku ji bo hevdîtinan ez li Qendîlê bûm dewletê êrîşa asmanî pêk anî'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş aşkerekir ku dema ku ew ji bo hevdîtinan li Qendîlê bû, balafirên artêşa Tirkiyê, ciyê ku ew lê bû bombebaran kir.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di bernameya televizyona Azadi TVyê de derbarê mijarên di rojevê de nirxandin kir. Demirtaş got ku; Serokomar Recep Tayyip Erdogan pirsgirêka kurd ne weke pirsgirêkeke ku divê bê çareserkirin dibine, lê bele jixwe re weke asteng dibîne. Selahattin Demirtaş balkişand ser nîqaşên serokatiyê de û diyarkir ku, "Hin kes di wê baweriyê de ne ku Erdogan piştî bibe serok wê pirsgirêkên kurdan çareser bike. Kîja dîktator pirsgirêkên kê çareser kiriye?"

    Hevserokê HDPê Demîrtaş di bernameyê de diyarkir ku ew di berfenbara sala 2014ê de ji bo hevdîtinê bi bi rayedarên KCKê re bikin çûn Qendîlê. Demîrtaş ew got ku agahiya dewletê jî hebû û wiha berdewam kir; "Li Qendîlê mi bi rayedarên KCKê re hevdîtin kir. Li wir guftugoyên dirêj çêbûn. Dewlet baş dizane ku ez li wir im. Gelo ji ku dizane? Jiber ku li ciyê ez lêbûm êrîşa asmanî pêk anî.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş ji bo serokên partiyan: Em bicivin û vê xwînê bisekînin
    Demirtaş: ‘Ez pir meraq dikim ku tehlîla xwîna Erdogan bigrin dê çi derkeve'
    Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Heke dîplomaya wî tunebe serokomarî diweşe'
    Demirtaş: ‘Tu zordar û dîktator heta dawiyê namînin'
    Demirtaş: ‘Kî fermana wêrankirina bajaran daye Xwedê belayê wî bide'
    Etîketan:
    êrîşa asmanî, Azadî TV, KCK, HDP, Selahattin Demirtaş, Qendîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de