01:53 25 Hezîran 2018
Teqîna Midyadê

Li dijî Midûriyeta Ewlehî ya Midyadê bi wesayîta bombekirî êriş: 3 kuştî û 30 birîndar

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li dijî Midûriyeta Ewlehî ya Midyadê êrişeke bombeyî pêk hat. Li gorî zanyariyên peşî di teqînê de yek jê polês û du sivîl hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Midyad — Li dijî Midûriyeta Ewlehî ya Midyadê êrişeke bombeyî pêk hat. Piştî êrişa bi bombeyi di navbera hêzên ewlehî û endamên PKKê de pevçûn derket. Li gorî zanyariyên destpêkê 2 polês hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Derhekê teqînê de qedexeya weşanê hat

Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) derbarê teqîna Midyadê biryara qedexeya weşanê da.

Ji yildirim daxuyaniya pêşîn

Serokwezîr Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişê de ragihand ku yek jê polês û 2 sivîl bi tevahî 3 kest hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bû.

Piştî ku polêsan gule berdan teqîn pêk hat

Li gorî daxuyaniya nûçegihanê DHAyê Felat Bozarslan wesayîta ku ji îstîqameta Batmanê dihat xwest têkeve nava Midûriyeta Ewlehiyê. Li ser vê piştî ku polês gule berdan teqîn pêk hat. Her wiha li gorî dîmênên MOBESEyê jî îstîqameta wesayîtê hat serastkirin.

CNN Tirk: Wesayît li bloken betonê qelibî

Ji aliyê din ve li gorî CNN Tirkê wesayîta bombekirî beriya ku têkeve nava Midûriyeta Ewlehiyê li bloken betonê qelibî û teqîya.

NTV: Polêsêk û sivîlek hatin kuştin

Li gorî kanala NTVyê ku ragihand, di êrişa wesayîta bombekirî de polêsek û sivîlek jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Erdogan agahî ji Ala wergirtin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê teqîna Midyadê de agahî ji Wezîrê Navxweyî wergirtin.

2 polês hatin kuştin

Li gorî ajansa nûçeyan a Doganê di êrişa bombeyi de du polêsan jiyana xwe ji dest da.

Piştî teqînê ji bo ku di navbera her du hêzan de pevçûn derket hat ragihandin ku hezeke teqwiye ji Mêrdînê bo Midyadê hate şandin.

Îro saeet li derdora 11.00an bi wesayîta bombekirî êrişî Midûriyeta Ewlehî ya Midyadê kirin. Piştî teqînê di navbera hêzên ewlehî û endamên PKKê de pevçûn derket. Li gorî zanyariyên pêşî ku ji herêmê hatine wergirtin di encama teqînê de gelek birîndar çêbûne û ji bo vê gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatine şandin.

 

 

Agahî tên…

Bi heman mijarî:

Li Tetwanê teqîn
Li Beyazida Stenbolê teqîn: 7 jê polês 12 kuştî
Li Gaziosmanpaşayê teqîn: 4 zarok birîndar bûn
Li Farqînê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 8 birîndar!
Li Nisêbînê teqîn: Yek ji wan giran 2 leşker birîndar bûn
Etîketan:
Êrişa Miduriyeta Ewlehî Midyadê, Midyad, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de