23:53 22 Sibat 2018
Zindî
    Deriyê Sînor

    Rûsya: ‘Konvoya ku ji Tirkiyeyê çek ji DAIŞê re dibirin hat tespîtkirin'

    © REUTERS/ Abdelrahmin Ismail
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku konvoyeke tiran ku çek têde bûn ji sînorê Tirkiyeyê çû herêma Helebê ya di bin kontrola DAIŞê de.

    Lezqiye — Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kamyonên tijî çek û cebilxaneyê di ser sînorê Tirkiyeyê re, derbasî herêmên bakur rojhilatê Helebê bûn.

    Di daxyaniya navendê de hat gotin ku kamyon bi awakî serbest ji sînor derbasî herêmên di bin dagirkeriya komên terorîst ên Koalîsyona Sûriyeyê bû û ji wir berê xwe da herêmên di bin dagirkeriya terorîstên DAIŞê û derbasî herêmên wan bû.

    Herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 138an

    Li gorî daxuyaniya navendê, li herêma Hûmsê bi du nûnerên niştecih re peymana agirbestê hat îmzekirin û bi van re cihên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 138. Ji aliyê din ve di nava 24 saetên dawî de 3 caran agirbest hat îxlalkirin.

    Digel ku meha pîroz a remezanê dest pê kir di serî de rêxistina terorîst a El Nûsra û grûbên cihadîst êrişên xwe yên ser herêmên sivîl didomînin. Terorîstan li Lezqiyeyê 3, li herêma Helebê 2, herêma Hemayê 2, Şam 2 û li herêma İdlîbê jî êriş kirin.

    Ji aliyê din ve hewldanên rêxistina terorîst a El Nûsrayê ku ji sê aliyan ve êrişî Helebê kir û dixwest herêmê bi dest bixe, êrişa wê ji terefê Artêşa Sûriyeyê ve hat astengkirin, windayiyên mezin dan û gengaz ma ku berepaş vegere.

    Bi heman mijarî:

    Sergey Lavrov bi Kerry re sînorê Tirkiyeyê axivî
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê derbasî sînorê Efrînê bû
    DAIŞê 4 gundên din ên li ser sînorê Tirkiyeyê stendin
    Artêşa Tirkiyeyê derbasî sînorê Rojava bû
    Times: Nobedarên sînorê Tirkiyeyê jin û zarokan dikujin
    Etîketan:
    Konvoyên çekan ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, El Nûsra, DAIŞ, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de