15:58 24 Hezîran 2018
YPG

Şervanên HSD û YPGê 4 gundên din rizgarkirin û gelek terorîst kuştin

© Foto : AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 4 gundên din ê Minbicê ji destê terorîstên DAIŞê rizgarkirin. Di operasyonê de 33 terorîst jî hatin kuştin.

Operasyona Minbicê
© REUTERS / Rodi Said
Minbic — Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 4 gundên din ê Minbicê ji destê terorîstên DAIŞê rizgarkirin. Di operasyonê de 33 terorîst jî hatin kuştin.

Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji rêxistina terorîst a DAIŞê di roja xwe ya 8emîn de bi hemû hêza xwe didome.

Li gorî çavkaniyên herêmê ku ragihadin, baskê operasyonê yê li aliyê Bendava Tişrînê şevê din gundê Toqa El-Xelîl, Hecer El-Ebiyed, Sendeliya Kebîra û Hemam El-Kebîr ji destê terorîstên DAIŞê rizgarkirin.

Di pevçûnên ku li van gundan derketin de 33 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, 8 bombeyên destan, 6 rextên xwekujiyê û hezar guleyên keleşkofê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin desteserkirin.

Bi heman mijarî:

2 kîlometre ji Minbicê re man
Di operasyona Minbicê de 6 gundên din hat rizgarkirin
Terorîstên DAIŞê ji Minbicê direvin!
Şervanên kurd 4 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
Fermandarê kurd Ebu Leyla di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de