23:29 22 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Serokê istixbarata Iraqê ji kar hat derxistin

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku birêveberê daireya istixbarata Iraqê Zuheyr El-Garbawî li gel 7 kesên din ji karî hat derxistin.

    Bexda — Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nêzîkî kabîneya iraqî ketine destê me, civîna wezîran a îro biryar daye ku Birêveberê Istixbarata Neteweyî Garbavî û serokê tora enformasyonê Ebdulcebar El-Şebût ji kar bên derxistin.
    Herwiha wezîran biryar daye ku gerînedeyên bankayên Rafîdeyên, Eqar, Reşîd, Zîraet û Tîcaretê jî ji kar bên derxistin.

    Gerînendeya bankaya Tîcaretê Hemîdiye Caf diyar kir, ku ew jî ji çapemeniyê hîn bûye ku ji karî hatiye derxistin.

    Civîna Wezîran, piştî ku wezîrên kurd boykota xwe rakir û beşdarî hikûmetê bûn, bi serokatiya Heyder El-Ebadî dest pê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Iraq para pêşmergeyan ji çekan naşîne
    YNK: Iraq hewl dide demografiya Kerkûkê biguherîne
    Akademsiyenê iraqî: Iraq dê bibe 3 perçe
    Mesrûr Barzanî: Iraq êdî perçe bûye
    Xizaniyê Iraq kiriye bazara organfiroşan
    Iraq: Em bi riya xeta Kerkûk - Ceyhanê êdî petrol nafiroşin'
    Etîketan:
    istixbarat, Ebdulcebar El-Şebût, Zuheyr El-Garbawî, Hemîdiye Caf, Heyder El- Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de