12:50 27 Gulan 2018
ENKS

ENKS: Bila Pêşmergeyên Rojavayê tev li HSDê bibin

© Foto : K24
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 46

ENKSê daxwaza Serokê Îtîlfa Dijberiya Sûriyê bo şandina Pêşmergeyên Rojavayê bo Ezazê nepejirand û daxwaz kir, ku Pêşmegeyên Rojavayê tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin.

Navenda Nûçeyan — Kurdên Rojavayê li ser her du mijarên, pêşketinên Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi bajarên Reqayê û Munbicê ve û redkirina daxwaza Serokê Iitîlafa Dijbereya Sûriyê Enes Ebde ji aliyê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve xwedî nêrîneke hevbeş in.

Enes Ebdeyî di serdana xwe ya herêma Kurdistanê de, daxwaz kiribû, ku Pêşmergeyên Rojavayê derbasî nav axa Sûriyeyê, bi taybetî Ezazê bibin û bi çekdarên dijberiyê re li dijî terorîstan şer bikin.

Siyasetmedar Mistefa Osmanî di bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê de ragihand, "hêzên Dijberiya Sûriyeyê tev hêzên îslamî ne û ji kurdan hez nakin, lewma pêwîst e Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê cihê xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de bigrin".

Endamê sekreteriya ENKSê Mehmûd Liyanî derbarê vê mijarê de wiha got, "vegera pêşmergeyan bo Rojavayê Kurdistanê, girêdayî lihevkirineke siyasî û hemahengiya bi hêzên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ye."

Çalakvan Mihemed Nebo di bernameya Dengê Kobanî ya radyo Rûdawê de da xuyakirin, ku xwezî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî weke ENKSê helwestek erênî nîşan bide û qebûl bike ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê derbasî nav axa Rojavayê bibin û li gel şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê DAIŞê bikin.

 

Bi heman mijarî:

DAIŞ êrişî pêşmergeyên eniya Keskê kir
Ebadîyî pêşmergeyên li dora Parlamentoya Iraqê bi hêzeka ereb re guhert
Pêşmergeyên PDKÎyê derbasî Îranê dibin
Barzanî: ‘Ez bi pêşmergeyên jin ên leheng şanaz im'
Pêşmergeyên PDK-Îyê vedigerin Kurdistana Îranê
PDKÎ: "Em pêşmergeyên xwe dişînin Îranê"
Etîketan:
HSD, YPG, ENKS, Mihemed Nebo, Mehmûd Liyan, Mistefa Osman, Ezaz, Kurdistan, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de