20:36 27 Gulan 2018
Çekdarekî ji Bera El-Nusra

Amerîka ji bo Esadî bixe, hevkariyê bi El-Qaideyê re dike

© AP Photo / Al-Nusra Front Twitter page
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Brîtanyayê yê berê li Sûriyeyê Peter Fordî diyar kir, ku Amerîka hingî rûxandina Beşar Esadî ji xwe re kiriye hews û derd, êdî hevkariyê bi neyarê xwe yê sereke, El-Qaîdeyê re dike.

Navenda Nûçeyan - Dîplomatê bitecrûbe, diyar kir ku Amerîka piştgiriya beşê El-Qaîde yê Sûriyeyê, EL Nusrayê dike û wiha dewam kir: "Em tenê hêvî dikin ku ev şaşiyeke demkî ye û di demeke kurt de, ew ê hişê wan were serê wan".

Herwiha Fordî teqez kir, ku daxwaza Washingtonê ku Rûsya operasyonan li deverên El-Nusrayê pêk neyêne, daxwazeke dûrî aqilan e û wiha pê de çû: "Lê dîsa jî gava mirov di hewesa Amerîkayê ya rûxandina Esadî dibîne, li vê kiryarê ecêb namîne."

Bi heman mijarî:

Pûtîn ji Esad re telgraf şand: Em ê bêceza nehêlin
Trump: ‘Ez qarişî Esad nebim lê DAIŞê dê tune bikim'
Esad: Heleb Stalingrada me ye
Qadîrov:'Divê mixalefeta Sûriyeyê li dora Esad bicive'
Pismamê Esad: ‘Bi yek hêzî Rûsya û Amerîkayê dikarin DAIŞê têk bibin'
Etîketan:
rûxandina esadî, El-Nusra, El-Qaîde, Beşar Esad, Peter Ford, Brîtanya, Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de