08:06 23 Gulan 2018
    Zarokên penaber

    Çavê welatên li ser rêgeha Balkanê li Tirkiye û Almanyayê ye

    © AFP 2018 / Philippe Huguen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Welatên li ser rêgeha Balkanê ya ku penaber bi kar tînin, bi baldarî ragêşiya di navbera Tirkiye û Almanyayê de dişopînin. Di heman demê de penaber hîn jî li herêma bêalî ne.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Komîseriya Penaber û Koçberan a Sirbistanê Ivan Miskovikî ragihand, eger Tirkiye ji ber ku Almanya "qirkirina ermeniyan" nasiye, peymana penaberan bisekinîne, em amade ne ku penaberan wergirin.

    "EM AMADE NE 6 HEZAR PENABERÎ WERGIRIN"

    Miskovik bi Sputnikê re axivî û diyar kir ku navendên wan ên pejirandina demkî, ew dikarin 6 hezar penaberî bistînin. Herwiha Miskovîkî diyar kir ku ew ê li bendî biryara Almanyayê bin ya ku gelek paneberan ew ji xwe re kiriye armanc. Eger Almanya biryarê bide ku penaberan bipejirîne, em ê alîkariya wan bikin.

    "TI CARÎ ENQERE DEST Jİ QOZA PENABERAN BERNADE"

    Ji aliyekî din ve, birêveberê Navenda Alîkarî û Parastina Penaberan Rados jurovicî got, "Ez bawer nakim ku Enqere wiha bi hêsanî dev ji 2 milyon penaberî berde ji ber ku wan wek navgîna xwe ya şantajkirina Ewropayê dihesibîne.

    Jurovicî teqez kir ku eger Tirkiye dest ji penaberan berde, ew ê xurttirîn qozê xwe ji dest bide û wiha dewam kir: " Tirkiye, dê vê qeyrana bi Almanyayê re çêbûye, ji bo îmzekirina peymanên nû bi kar bîne, herwiha dê ji bo bidestxistina tiştên nû bi kar bîne."

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê li embara penaberan agir derket: 21 kes jehirîn
    Bajarokên hilweşiyayî yên Îtalyayê wê bi penaberan vejînin
    Li peravên Libyayê zêdetirî 100 cesedên penaberan hatin dîtin
    Li Kampa penaberan pevçûn:Herî kêm 15 birîndar
    Rojava - Malzemeyên alîkariyê li penaberan hatin belavkirin
    Li Fransayê şerê penaberan:3 kuşti û 40 birîndar
    Etîketan:
    qirkirina ermeniyan, peymana penaberan, penaber, Rados jurovic, Ivan Miskovik, Enqere, Almanya, Tirkiye, Balkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de