13:06 24 Gulan 2018
    Pêşmerge

    ‘Bila ji Herêma Kurdistanê re çek neyên şandin'

    © Foto : © REUTERS/ Ari Jalal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Enstîtuyên lêkolînên aştiyê yên Almanyayê xwest ku êdî çek ji Herêma Kurdistanê re neyê şandin. Enstîtuyan îro ‘Raporta Aştiyê' ya 2016ê aşkere kir û derbarê vê xwestekê de sedemên xwe anîn ziman.

    Navenda Nûçeyan — Raporta salê ya entîtuyên lêkolînên aştiyê yên Almanyayê li Berlînê hate aşkerekirin. Di raportê de li ser şandina çekan ji hêla hikûmeta Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê hatiye sekinin ku Almanya ji bo li dijî şerê DAIŞê bê bikaranîn, ji 2014ê û vir ve çekan dişîne. Raport dibêje ku dibe şandina çekan encamên xeter derxe holê û ji hikûmetê dixwaze ku şandina çekan demildest bide sekinandin. Di daxuyaniya enstîtuyan de hişyarî tê dayin ku dibe ew çek bikevin destên hin kesên din û ev tişt jî bibe sedem ku li Iraqê di şerê navxweyî de bên bikaranîn.

    Di raportê de herweha tê xwestin ku ambargoya çekan ya li hember Erebistana Siûdiyê jî bê rojevê. Ji Enstîtuya Polîtîkayên Ewlekariyê û Lêkolînên Aştiyê ya Hamburgê (IFSH) Margret Johannsen, got ku ew tişt şaşe ku Erebistana Siûdiyê weke misogeriya aramiyê bê dîtin. Johannsen dibêje ku Erebistana Siûdiyê bi Îranê re di nava ‘rikberiya hegemonîk' de ye û armanca destpêkê ya vî welatî ne ew e ku li Sûriyê û Yemenê aramiyê pêk bîne.
    Di raporta 2016ê de, ji ber peywîra artêşa alman ya li Sûriyê li hember DAIŞê rexne lê têkirin û tê gotin ku divê almanya ne di nava wan welatên destpêkê yên xêrxwaz de be. Ji Almanya têxwestin ku bêhtir li ser peywîra aştî ya ‘bihêz' ya NYyê bisekine.

    DAIŞ ÇAWA TÊK DIÇE
    Rapor pêşnîyar li Almanyayê tekirin ku têkiliya xwe ya bi Tûnisê re sê qatan zêdetir bike. Tê xwestin ku ji bo Tûnis di nava sînorên xwe de ewlekariyê pêk bîne û pêşiya milîtanên nû yên DAIŞê bigire divê Almanya piştgiriyê bidê. Herweha tê îdiakirin ku dikarin DAIŞê ne di warê leşkerî lê bele bêhtir divê di warê siyasî de têk bibin.

    Rapora Aştiyê li Almanyayê ji sala 1987an û vir ve ji hêla 5 entîtuyên lêkolînê ve tê amadekirin. Di nava van enstîtuyan de Enstîtuya Polîtîkayên Ewlekariyê û Lêkolînên Aştiyê ya Hambûrgê, Enstîtuya Aştî û Geşepêdanê ya Zanîngeha Duisburg-Essenê, Yekîtiya Lêkolînên Protestan, Weqfa Lêkolînên Aştî ya Hessenê û Navenda Veguhestina Navdewletî cî digirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: ‘Firotina çekan hatine kontrolkirin'
    Komara Çek: ‘Ji bo pêşmerge çekan dişîne'
    Almanya dîsa pêşmerge re çekan bişîne
    Amerîka dê rasterast çekan bide Pêşmerge
    Dewleta alman bê navber çekan ji pêşmerge re dişîne
    Dewleta Holanda rasterast dê çekan ji pêşmerge bişîne
    Kongreya Amerîkayê: Divê em rasterast çekan bidin pêşmerge
    Etîketan:
    şandina çekan bo peşmergeyan, çek, entîtuyên lêkolînên aştiyê, Margret Johannsen, Erebistana Siûdiyê, Sûriye, Almanya, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de