08:57 26 Gulan 2018
Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd

Rewşenbîrên kurd li Brûkselê civiyan

© Foto : Arşîv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd sêyemen civîna xwe li Brûkselê, paytextê Belçîkayê li dar xist. Cîvîna yekem li Qirgisitanê, ya duyem jî li Stenbolê pêk hatibûn.

Navenda Nûçeyan — Însiyatîfa Rewşenbîrên kurd ya ku entelejensyaya kurdan, di destêpka vê salê de damezirand û bi sedan rewşenbîrên kurd tev lê bûn, civîna xwe ya sêyem li paytextê Brûkselê ya Belçîkayê pêk anî. Cîvîna yekem li Qirgisitanê, ya duyem li Stenbolê pêk hatibûn û niha jî bi beşdarbûna rewşenbîrên kurd ên li Ewropayê hat lidarxistin.

ZIMANÊ FERMÎ KURDÎ

Civîna ku li paytextê Belçîka û Ewropayê, bajarê Brûkselê hat lidarxistin, ji sibehê heta êvarê berdewam kir. Civînê bi sirûda neteweyî ya kurdî "Ey Reqîb" dest pê kir û moderatoriya wê, Aydın Dere, Azad Yaşar û Newzat Şirnexî kir.

Herwiha axiftinên li civînê hatin kirin bi her sê zaravayên kurdî, kurmancî, zazakî û soranî, li gel ingilîzî pêk hat.

Di civînê Şêxmûs Sefer, Leyla Pekoz û Îbrahim Sedyanî û çend kesên din axiftina xwe bi kurmancî, Kadir Amaç bi zazakî, Bişarao Eiref bi soranî û Edip Yuksel bi ingilîzî kir.

BER Bİ KOMELEBÛNÊ VE DÊ DIÇE

Piştî xelaskirina axiftinan, komîteyek ji bo meşandina xebatan hat hilbijartin û hat ragihandin ku di demên pêş de, ew ê komeleyekê ava bikin.

Herwiha hat ragihandin ku civîna bê ya Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd dê civîna xwe ya bê li bajarê Almatyyê yêQazaxistanê dê bê lidarxistin.

 

 

Bi heman mijarî:

KERKÛK - Rewşenbîrên kurd: Bila Kongereya Neteweyî bê lidarxistin
''Rewşenbîrên kurd divê dengê xwe bilind bikin!''
Însîyatîfa rewşenbîrên kurd: Dewleta tirk komkujiyê li dijî gelê me pêk tîne
Însiyatîfa rewşenbîrên Kurd: ‘Em federasyona Rojavayê pîroz dikin'
Etîketan:
zazakî, Kurd, civîn, Însiyatîfa rewşenbîrên Kurd, Edîp Yuksel, Aydin Aydin, Kadir Amaç, Bruksel
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de