12:59 22 Çile 2018
Zindî
    Li Wêranşarê teqîn

    Li Tetwanê teqîn

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Tatwanê ya Bilîsê bombeya ku li ser rê hatibû bicîkirin teqiya. Li gor agahiyên bidest ketine ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye, tenê cama wesayiteke sivîl şikestine.

    Navenda Nûçeyan — Li gor nûçeya rojnameya Kararê, li ser rêya di navbera Tatwan û Wanê de, nêzîkî taxa Yeşilmezrayê bombeya ku berê hatibû bicîkirin teqiya. Di encama teqînê de ti kesî jiyana xwe ji dest neda û birîndar jî nebû.

    Tenê dema ku teqîn çêbû cama wesayita ku derbas dibû şikest. Piştî teqînê hêzên ewlekariyê rê ji çûnûhatinê re girtin. Herweha Qeymeqamê Tetwanê û Midûrê Asayişa Bilîsê jî ji bo lêkolînê çûn ciyê bûyerê.

    Bi heman mijarî:

    Li Beyazida Stenbolê teqîn: 7 jê polês 12 kuştî
    Li Gaziosmanpaşayê teqîn: 4 zarok birîndar bûn
    Li Farqînê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 8 birîndar!
    Li Nisêbînê teqîn: Yek ji wan giran 2 leşker birîndar bûn
    Li Nisêbînê teqîn: 12 tîmên taybet birîndar bûn!
    Etîketan:
    bombe, teqîn, Wan, Tetwan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de