01:08 23 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên Tirkiyeyê

    Li Îzmîrê bombeyeke bicihkirî bi leşkeran de teqiya

    © AFP 2018/ LOUAI BESHARA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Kemalpaşayê ya Îzmîrê, di encama teqîna bombeyeke li nav erdan bicihkirî de, çawîşekî pispor bi awayekî sivik birîndar bû.

    îzmîr - Li gorî agahiyên ketine destê me, di dema ku leşkeran operasyona lêgerîn û paqijkirina erdan pêk tanî, bombeyeke berê bicihkirî lê cûreya wê nediyar teqiya. Piştî teqînê, şerapnel li çawîşekî pispor ketiye û bi awayekî sivik birîndar bûye.

    Hat ragihandin ku çawîşê birîndar hatiye rakirin bo nexweşxaneyê bo ku bê dermankirin û niha ti xeter li ser jiyana wî tine.

    Ji aliyekî din ve, li navçeya Kemalpaşayê a Îzmîrê de, meha Sibatê bi êrîşeke bi moşekan li ser Fermandariya Cendirmeyên navçeya navborî pêk hat û meha Adarê jî êrîş li ser navgîneke leşkerî pêk hat, û di encama van herdû bûyeran de Hêzên dewleta tirk duh 8 kes girtibûn.

    Bi heman mijarî:

    PAKê bang li PKK kir: Dev ji siyaseta hendek û barîkatan berde
    PDK: PKK li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
    Şervanên PKK êrîşî bingeha leşkerê tirk li nêzîk Kanî Masê kir
    Ewlehiya Tirkiyeyê: Dibe PKK êrîşan li ser deverên fermî pêk bîne
    Amerîka israr dike ku PKK û Tirkiye vegerin muzakereyê
    Demîrtaş PKK rexne kir: ‘Divê ji gel lêborîn bihata xwastin'
    Etîketan:
    çawîşê pispor, birîndar, teqîn, navçeya Kemalpaşayê, Îzmîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de