14:50 24 Çile 2018
Zindî
    garo paylan

    Paylan: Divê Tirkiye dev ji kevneşopiya xwe ya qetlîamker berde

    © zete.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Stenbolê Garo Paylan bal kişand ser biryara parlementoya Almanyayê û got kengî ku Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rûyê hev bê, ew demê wê bûyerên ‘Sûr, Cizîr û Silopiya' dûbare nebin.

    Navenda nûçeyan —Paylan beşdarî bernameya IMC TVyê bû û li wê derê derheqê rojevê de hin nirxandin kir. Paylan behsa biyara parlemenetoya Almanyayê ya derheqê pêşnûmeya qirkirinê kir û got Almanya bi vê biryarê bi dîroka xwe re rûbirûyeke mezin kir.
    Paylan da zanîn ku Almanya bi pejirandina pêşnûmeya qirkirina ermeniyan sûcên xwe yên li gel Osmaniyan jî erê kir.
    Paylan behsa têsîra rûbirû hatina qirkirinan ya Tirkiyeyê û encama erênî ya li ser civakê kir û wiha pê de çû: ‘Dema ku Tirkiye dev ji kevneşopiya xwe ya qetlîamker berde wê kuştin û îxlalên mafan yên li  Sûr, Cizîr û Silopiya  qewimîn dûbare nebin.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrovî rave kir bê çima parlementoya alman qirkirina ermeniyan pejirand
    Parlementoya Almanyayê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan pejirand
    Merkel piştgiriya biryara pejirandina qirkirina ermeniyan dike
    Sarkîsyan ji bo pêşnûmaya komkujiya ermeniyan bangî parlamenterên alman kir
    Ji ber "komkujiya ermeniyan" bi e-peyaman gef li parlementerên alman hatin xwarin
    Etîketan:
    bajarên kurdan, komkujî, hdp, garo paylan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de