07:22 24 Gulan 2018
    Cizîr  Şirnex

    Cenazeyên 5 kesan li goristana bêkesan hatin definkirin

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî operasyonên dewleta tirk ya li bajarên kurdan gelek cenaze ku nasnameyên wan nehatin eşkere kirin hatinbûn ditîn. Hate ragihandin ku 5 cenazeyên di şer û pevçûnên li navçeyên Sûrê û Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dabûn li goristana bêkesan hatin definkirin.

    Navenda Nûçeyan — Cenazeyê 2 ji wan jin 3 kesên ku di şerê li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn û nasnameyên wan nehatin teşhiskirin li goristana bêkesan a Goristana Yenikoyê ya navçeya Rezan hatin definkirin. 3 cenazeyên ku demeke dirêj e li Nexweşxaneya Selahattin Eyyubi dihatin rawestandin di bin çavdêriya tîmên taybet bi ambulansan anîn goristanê. Li vir piştî wecîbeyên olî ji aliyê mele û xebatkarên goristanê ve hatin definkirin.

    Li gorî agahiyên ku kesên cenaze definkirin, cenaze nehatine parçekirin lê 2 cenazeyên ku nedihatin naskirin ji ber ku nebirine morgê riziyane.

    CENAZEYÊN 2 KESAN SILOPIYAYÊ HATIN DEFINKIRIN

    Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî 2 cenazeyên ji Saziya Tiba Edlî ya Xabûrê hate wergirtin û li taxa Yenişehirê li goristana bêkesan hate definkirin.

    Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin cenazeyên 2 kesên ku hatine definkirin berî li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê hatin şuştin piştre jî ji aliyê xebatkarên Şaredariya Silopiyê û welatiyan ve anîn goristanê û li vir hatin definkirin.

    Bi heman mijarî:

    10 cenaze li Erzorimê li goristana bêkesan hatine definkirin
    Ji Farqînê 8 cenaze rakirin Dîlokê
    Li Sûrê 5 cenaze hate dîtin!
    12 cenaze ji bo otopsiyê şandin Erziromê
    Li Sûrê operasyon dawî nebûn: 5 kuştî, 10 cenaze
    Etîketan:
    şeredarî, rizî, morg, bêkes, xebatkar, goristan, definkirin, teşhîskirin, nasname, cenaze, Silopiya, Tirkiya, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de