12:18 24 Çile 2018
Zindî
    Operasyona Minbicê

    2 kîlometre ji Minbicê re man

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, ku piştî hefte rojan ji destpêka operasyona rizgarkirina Minbicê, tenê 2 kîloemtre mane ku hêzên wan têkevin Minbicê.

    Kobanî - Operasyona Minbicê ya ku Meclisê Leşkerî yê Minbicê pêk tîne, ket roja xwe ya heftan.

    Herwiha gundên Faris El-Kebîr û El-Muhendîse yên 7 kîloemtreyan li rojavayê Minbicê û gundên Eli-Biwer û Bor Kic û Cîbilkelb yên 9 kîlometreayn dûrî Minbicê, ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Herwiha hat ragihandin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê du kîlometreyan dûrî navenda bajarî ye.

    "DAIŞ XWE LI BER ME NAGIRE"

    Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minibicê yê bi navê Serdar Hecî, ji Sputnîkê re got, "DAIŞ xwe li ber me nagire".

    HSD
    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Heci wiha dewam kir: "Operasyon li gorî plana me diçe. Îro me çend gundên din stendin. DAIŞ nikare xwe li ber me bigire. Gelek windahiyan dide. Em pêwendiyên qet bi hêzên hevpeymanê(yên bi pêşengiya DYA) re nabirin. Balafirên hevpeymanê li DAIŞê dixin."

    "GIRTINA RÊYA DIÇE HELEBÊ DÊ STENDINA MINBICÊ HÊSANTIR BIKE"

    Hecî teqez kir ku ew gelekî nêzîkî Minbicê bûne û wan bajar dorpêç kiriye, tenê rêya diçe Helebê maye û piştî ew rê bê stendin, stendina Minbicê dê gelekî hêsantir bibe."

    Herwiha HSD û YPGê li gel 300 leşkerên hêzên taybet ên Amerîkayê piştgiriya lojîstîk didin operasyonê.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên kurd 4 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
    Fermandarê kurd Ebu Leyla di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
    Minbicî: 8 kîlometir maye ku em bigihêjin Minbicê
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    Hêzên YPGê 3 gundên din rizgar kirin û nêzî bajarê Minbicê dibin
    Tirkiye neçarî operasyona Minbicê ma
    Etîketan:
    operasyona Minbicê, HSD, YPG, DAIŞ, Amerîka, Cîbilkelb, Bor Kic, Eli-Biwer, El-Muhendîse, El-Kebîr, Sûriye, Heleb, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de