16:39 22 Gulan 2018
    Artêşa Iraqê

    Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!

    © REUTERS / Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Iraqê ragihand ku li Fellûceyê ketine taxa Şehîdên Yekemîn û niha dest bi xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyan kirine.

    Navenda nûçeyan - Fermandarê Gelemper yê Operasyona Fellûceyê yê Artêşa Iraqê Abdulwehab Seîdî, daxuyand ku gihiştine taxa Şehîdên Yekemîn yê navçeya Xaz ya Fellûceyê. Fermandar Seîdî diyar kir ku wan derbeyên gelekî giran li terorîstên DAIŞê xistine û operasyona rizgarkirina bajarê Fellûceyê bi awayekî serkeftî berdewam dike.
    Fermandar Seîdî da zanîn ku taxa Şehîdê Yekemîn ji terorîstan bi temamî hatiye paqijkirin û hemû kontol niha di destên wan de ye. Seîdî daxuyand ku wan li taxê dest bi xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine bicîhkirin, kirine.

    Bi heman mijarî:

    Xelkê Fellûceyê bi xwekuştinê xwe ji DAIŞê xelas dike
    Di operasyona Fellûceyê de 250 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Artêşa Iraqê kete nava bajarê Fellûceyê
    Amerîka:'Em piştgiriya Heşdî Şebî nakîn û nabe ew biçin nava bajarê Fellûceyê'
    Heta niha 500 xelkê sivîl ji Fellûceyê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    operasyon, daiş, felluce, arêşa iraqê, Abdulwehab Seîdî, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de