16:54 22 Çile 2018
Zindî
    Zarokên Sûriyeyê

    Zarokên Sûriyeyê li Tirkiyeyê cil û bergên DAIŞê çêdikin

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku zarokên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê penaber in û dixwazin alîkariya malbatên xwe bikin, di çêkirina cil û bergên DAIŞê de tên bikaranîn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera Dail Mail ya Brîtanî, zarokên Sûriyeyê neçar in ku di mercên gelekî giran bixebitin. Ew zarokê rojê 12 saetan ji bo 40 lîreyên tirkî(nêzîkî 12 dolaran) dixebitin.

    Xwediyê febrîqeyekê ku karsazekî sûrî ye û wek "Ebû Şakûr" tê nasîn, diyar kir ku çêkirina kincên leşkerî gelekî sûdmendtir e, ew cawî ji Stenbolê tîne lê li febrîqeya xwe ya li Antakyayê dide çêkirin.

    Ebû Şakûr di axiftina xwe de teqez dike ku cihê febrîqeyê yê li ser sînorê Sûriyeyê bazirganiyê hêsantir dike û wiha dewam dike: "Cihê febrîqeyê rê dide me ku em ne tenê bi DAIŞê re bixebitin lê bi rêxistinên din ên wek Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusrayê re jî bixebitin."

    Kazsazê esilsûrî diyar dike ku ew bi giştî lê napirse bê ew kinc diçin kû lê diyar e ku diçin bajarê Reqqayê.

    Ji aliyekî din ve, Unicefê yê girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar dike, ku 3 milyon penaber li Tirkiyeyê hene û 80% ji zarokan ji ber ziman û xizaniyê nikarin perwerde bibin.

    Bi heman mijarî:

    Muhammed:'Tirkiye rasterast bi DAIŞê re nakeve pevçûnan
    Tirkiye ji bajarê Kilisê li çeperên DAIŞê dide
    Tirkiye ji 9ê Rêbendanê ve 862 terorîstên DAIŞê kuştine
    Çurkîn: Me delîl dan NY ku Tirkiye çekan dide DAIŞê
    Rûsya: ‘Tirkiye êdî nikare têkiliyên xwe bi DAIŞê re veşêre'
    Ji ber DAIŞê Amrîkayê hişyarî da Tirkiye
    Îraq: ‘Bila Tirkiye lîstika bi DAIŞê re dawî bike'
    Etîketan:
    Zarokên Sûriyeyê, El Nusra, Ehrar El Şam, DAIŞ, Ebû Şakur, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de