08:52 26 Gulan 2018
Parlamentoya Iraqê

Wezîrên kurd diçin Bexdayê

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî daxuyand ku wê îro li gel kabîneya xwe ya nû bicive. Li ser vê yekê 3 wezîrên kurd jî ji bo beşdarî civîna kabîneyê bibin çûn Bexdayê.

Navenda nûçeyan — Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, kabîneya hikumeta nû bi serokatiya Heydar Ebadî îro li Bexdayê wê bicive. Her sê wezîrên kurd Wezîrê Maliyê Xoşyar Zebarî, Wezîrê Çandê Firyad Rewandûzî û Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed jî bo beşdarî civînê bibin îro çûn Bexdayê.

Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî di çarçoveya vesazkirin û reforman de hejmara wezîran ji 22an daxistibû 16an û lîsteya nû ya wezîran pêşkêşî parlementoyê kiribû. Lê Koalîsyona Yekitiya Hêzên Sunî, Hevgirtiya Kurdistanê,Koalîsyona Dewleta Qanûnê (ya Şiîyan) û Koalîsyona Mawatinê li ber vê biryarê rabûbûn û daxuyandibûn ku wê beşdarî dengdanê nebin.

Bi heman mijarî:

Ebadî hêz ji Fellûcayê bir nava Bexdayê
Xwepêşander ketin nivîsgeha Ebadî
Ebadî ji bo xwepêşandêrên hevalbendê Sedr dîrektîf da
Ebadî: Rewşa Bexdayê di bin kontrolê de ye
Wezîrê Kurd xwe ji hikûmeta Ebadî vekişand
Etîketan:
wezîrên kurd, teknokrat, civîn, firyad rewandûzî, cesîm mihemed, xoşyar zebarî, heydar ebadî, iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de