08:51 28 Gulan 2018
Mevlut Çavuşoglu

‘Amerîka garantî da me ku wê li rojavayê Feratê YPGyiyek jî nemîne'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavusoglu ragihand ku ew li rojavayê Feratê YPGyiyekî jî naxwazin û Amerîka garantiya vekêşandina hemû YPGyiyan ya ji rojavayê Feratê daye wan.

Navenda nûçeyan — Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dilnexwaziya xwe ya derheqê şervanên kurd careke din anî ziman.  Çavusoglu diyar kir ku ew li ser sînor YPGyiyan naxwazin û Amerîka jî soz daye wan ku piştî operasyona Reqayê wê nehêlin ku YPGyiyek jî li rojavayê Feratê bimîne. Çavusoglu îdia kir ku YPG operasyonên etnîkî dike û heta niha gelek kes kuştine.

‘Me ji Obama re bi awayekî eşkere vegot'

Çavuşolu diyar kir ku YPG kiryarên teqîna Enqereyêye û lojîstika terorîstan dike. Çavusoglu da zanîn ku ew ji serî de ji Amerîkayê cuda difikirin û wan fikrên xwe yên derheqê YPGê bi awayekî eşkere ji Obama re vegotine. Çavusoglu hevkariya YPG û Amerîkayê ya di operasyona Reqayê de bibîrxist û diyar kir ku gotin û tevgerên Amerîkayê hevdu nagrin.

‘Em YPGyiyekî jî naxwazin'

Çavuşoglu diyar kir ku ew ji tevlîbûna YPGê ya operasyona Reqayê gelekî aciz in û ew dixwazin ku YPG piştî bidawîbûna operasyonê ji herêmê biçe. Çavuşoglu got Amerîka soz daye ku piştî operasyonan wê nehêle ku yek YPGyiyek jî li herêmê bimîne.  

Bi heman mijarî:

YPG: Li Şedadê 32 terorîst hatin kuştin!
YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
YPG: 2 êrîş 5 kuştî
YPG: Di encama topbarana leşkerên tirk de endamê Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
reqa, şervann kurd, rojavayê feratê, dewleta tirk, ypg, mevlut çavusoglu, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de