01:51 21 Çile 2018
Zindî
    Şervanê YPGê û Pêşmerge - Ala rengîn û ala YPGê - şervanên kurd

    Rojnamevanên kurd: Ji bo pêkhatina kongreya neteweyî divê medya rola xwe bilîze

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Rojnamevanên herêma Kurdistanê bal kişand ser rola medyayê di pêkhatina kongreya neteweyî de û wiha axivîn; "Ji bo kongreya neteweyî divê medya rol xwe bilîzin."

    Navenda Nûçeyan — Rojnamevanên kurd diyar kir ku rola medyayê di pêkhatina kongreya neteweyî de gelekî giring e û wiha axivîn: "Mixabin! Gelek dezgehên ragihandinê wek partiyan bi hêzên derve ve girêdayî ne û ji aliyên wan tên birêvebirin, lewra zêde giringiyê nadin rola medyayê di pêkanîna kongreya neteweyî de".

    Diyar bikin kî yan jî çi sedem e ku kongreya neteweyî pêk nayê

    Rojnamevan Newzad Ferhad li ser giringiya karê çapemeniyê di pêkhatina kongreya neteweyî de wiha got; "Li gorî min nabe ku medyaya Kurdî li ser mijarek wiha giring bê alî be. Divê bi berdewamî li ser kar bikin û rastiya wê ji gelê kurd re ragihînin. Diyar bikin kî yan jî çi sedem e ku kongreya neteweyî pêk nayê."

    Divê çapemenî li ser pêkhatina kongreya neteweyî bixebite

    Li ser heman mijarê rojnameger Germiyan Hemepûr jî wiha axivî; "Peywira çapemeniyê ye ku li ser asteng û zehmetiyên li pêşiya kongreya neteweyî bixebitin. Ji ber peywira rojnamevanî ye ku li ser mijarên xelkê têkilîdar dike, bixebitin û agahiyên rast bigihînin wan".

    Ji bo pêkhatina kongreya neteweyî, rolek giring a çapemeniyê heye

    Rojnameger Saman Kerîm jî li ser heman mijarê wiha got; "Ger çapemeniya kurdî bixwaze, rol û erkên wan ne kêmî yên siyasetmedar û rayedaran in. Bi taybetî di mijarên wek yên kongreya neteweyî de, ragihandina me ya niştimanî li başûrê Kurdistanê tine ku li ser vê mijarê bixebite.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan bo bidawîkirana şerê Sûriyeyê çi divê emê bikin'
    Banka Cîhanê: Divê Kurdistan bo xizaniyê çareseriyekê bibîne
    Demirtaş: Welatê kurdan Kurdistan e
    5 berpirsên bilind ê YNKê hişyarî dan; ‘Kurdistan tê perçekirin'
    Yekitiya Alimên Îslamê yê Kurdistan: Pêşmerge bila rojiyê negrin
    Etîketan:
    medya, Kurd, Kongreya Netewî, rojnemavan, Saman Kerîm, Germiyan Hemepûr, Newzad Ferhad, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de