08:49 23 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    Pêşmerge hişyarî kir: DAIŞ amadehiya êrişên kimyewî dike

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî çavkaniyên leşkerî yên pêşmergeyan DAIŞ ‘komandoyên xwekujiya kimyewî' perwerde dike û wê li welatên Iraq, Sûriye û Ewrûpayê êrişên kimyewî bike.

    Navenda nûçeyan — DAIŞ di demên borî de li hember pêşmergeyan gelek caran êrişên kimyewî kiribû. Terorîstan ji vê yekê ti encam bidest nexsitin û lewma jî niha amadehiyên êrişên xwekujê yên bi madeyên kimyewî dikin. Fermandarê pêşmergeyan Ekrem Ehmed  di axaftina xwe ya Ria Novestiyê de ragihand ku agahiyên gelekî xurt di dest wan de ye ku wê DAIŞ amadehiya êrişa kimyewî dike.  
    Ekrem Ehmed diyar kir ku DAIŞ komadoyan perwerde dike û wiha got: ‘DAIŞ di karên xwe yên qirêj bêhtir jî zarokan bikartînin. Niha bi dehan zarok bo êrişan têne perwerdekirin.'
    Li gorî agahiyên Ekrem Ehmed êrişên kimyewî wê li hember welatên Iraq, Sûriye û Ewrûpayê bêne kirin.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstên DAIŞ 19 jinên kurd şewitandin
    Bi serkeftina Felluceyê dê DAIŞ ber bi têkçûnê ve biçe
    NY: DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal
    Li derdora Ezazê di navbera DAIŞ û muxalifan de şer derket!
    DAIŞ jinen dîl li ser facebookê difroşe
    Etîketan:
    daiş, terorîst, êrişên kîmyayî, ekrem ehmed, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de