07:21 24 Gulan 2018
    Lahur Talabanî - Salih Muslim

    Rêvebirê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Talabanî serdana Kobanê kir

    © Foto : DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêvebirê Ajansa Zanyarî û Parastinê ya Herêma Kurdistanê Lahur Talabanî serdana Kobanê kir û bi Hevserokê PYDê Salih Muslim re hevdîtin pêk anî.

    Navenda Nûçeyan — Lahur Talabanî ji bo hevdîtinan derbasî Rojava bû û li vir bi rayedarên Rojava re hevdîtin çêkir. Talabanî li Kantona Kobanê, bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim hevdîtin pêkanî.

    Li gorî daxuyaniya ku Talabanî li ser hesabê xwe yê twitter ê belav kiriye serdana goristana kesên di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest dane jî kiriye.

    Di tweeteke xwe de Talabanî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku deriyên sînorî yên digel Rojavayê Kurdistanê bêne vekirin. Talabanî herweha diyar kir ku, serdana wî piştgiriya kantonên Rojava û operasyonên li hember DAIŞê dide xuyakirin.

    Lahur Talabanî, biraziyê Sekreterê Giştî yê YNKê Mam Celal e.

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Înşelleh Erdogan aciz bibe
    Serokê PYDê Muslim: Eger Reqqa bi temamî bê stendin Rojava dê rehet bibe
    Salih Muslim li gel endamên meclisa Minbicê civiya
    Salih Muslim serdana şervanên YPGê û YPJê kir
    Nûnerê Obama li Kobanê bi Salih Muslim re civiya
    Etîketan:
    Ajansa Zanyarî û Parastinê ya Herêma Kurdistanê, PYD, Enver Muslim, Salih Muslim, Lahur Talabanî, Herêma Kurdistanê, Kobanê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de