14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Teqîna Veznecilerê

    Almanya û Îngîltereyê careke din welatiyên xwe ji bo Tirkiyê hişyar kirin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî teqîna li Veznecîlera Stenbolê Îngîltere û Almanya hişyariya ku ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyê dabû dubare kir. Her du welat ji welatiyên xwe dixwazin ku li bajarên Tirkiyê û yên kurdan baldar bin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Karê Derve ya Îngîltereyê bi daxuyaniyeke nivîskî welatiyê xwe hişyar kir û got ku "Di 7ê Hezîranê de li herêma Veznecîler a Stenbolê teqînek çêbû. Hin rêyên herêmê û rawestgeha metroyê ya Veznecîlerê hate girtin. Heke ku hûn li herêmê bin, li hişyariya rayedarên herêmî guhdar bikin."

    Herweha Almanyayê jî piştî teqînê hişyariya xwe ya derbarê gera li Tirkiyê dubare kir.

    Derbarê hişyariyê de nivîs di malpera Wezareta Karê Derve ya Almanyayê de cî girt. Li gor vê hişyariyê Almanya ji welatiyên xwe re dibêje ku kesên li Stenbolê digerin bila gelekî baldar bin. Dîsa tê gotin ku li bajarên weke Stenbol û Enqereyê gelekî bibaldar bin û ji ciyên qerebalêx dûr bikevin. Wezareta Almanyayê dibêje ku ji ber rageşiya polîtîk ya li Tirkiyê dibe ku êrîşên teroristî pêk bên û ji xwe ku neçin bajarên kurdan welatiyên xwe hişyar dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Beyazida Stenbolê teqîn: 7 jê polês 12 kuştî
    Li Stenbolê teqîn: 4 birîndar!
    Li Stenbolê teqîn!
    Teqîna Enqereyê TAKê girte ser xwe
    Li Enqereyê êrişa xwekujî: 37 kes mirin, 125 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    teqîn, hişyarî, Wezareta Karê Derve ya Almanyayê, Wezareta Karê Derve ya Îngîltereyê, Stenbol, beyazit, Veznecîler
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de