00:36 27 Gulan 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: ‘Heke serbestiya vizeyan neyê dayîn, em ê peymanê bicemidînin'

© Foto : AA/ Okan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku heke serbestiya vîzeyan neyê dayîn em ê gengaz bimînin ku peymanê bicemidînin.

Enqere — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu tevlî weşana TRTyê bû û ragihand ku heke serbestiya vîzeyan neyê dayîn em ê gengaz bimînin ku peymanê bicemidînin. Her wiha Almanyayê jî bi biryara bûyerên 1915an ‘komkujiya ermeniyan' xwest dersekê bide Tirkiyeyê. Siyasetmedarên ku zanîna wan a dîrokî tuneye û van viryaran distînin tiştekî îronî ye.

Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Helwesta Ewropayê dibe sedem ku gelê Tirkiye baweriyê bi Ewropayê winda bike. Di rêya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de em bi biryar in û dixwazin encamekê bi dest bixin. Heke serbestiya vîzeyan neyê dayîn, em ê gengaz bimînin ku peymanê bicemidînin.'

Divê êdî Pûtîn biryareke bide, dixwazin Tirkiyeyê winda bikin gelo?

Wezîrê Derve di dirêjiya axaftina xwe de behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê jî kir û got: 'Tu hevdîtineke me rasterast bi Rûsyayê re tuneye, pêşnîyarên me çêbûn, car caran ên ku peyam dibir û dianîn hebûn. Ev bûyer ne tiştekî ku me dixwest bû, em dikarin wekî du dewletên eqlê selîm vê xeletiyê telafi bikin, lê divê em biaxivin. Êdî divê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Rûsya biryarê bide, dixwazin Tirkiyeyê winda bikin gelo?'

Bi heman mijarî:

Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'
Çavuşoglu:'Em dikarin bi Rûsyayê re grûba xebatê ya hevpar ava bikin'
Çavuşoglu bersiva armaya YPGê da Amerîkayê:'Ev durûtî ye'
Zaxarova bersiv da Çavuşoglu:'Divê tu bê darizandin'
Çavuşoglu ji Lavrovî delîl xwest
Etîketan:
Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtîn, Mevlût Çavuşoglu, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de