15:28 23 Gulan 2018
    Şewata petrolê

    Rûsya: ‘Bîrên petrolê yên DAIŞê hatin îmhakirin'

    © REUTERS / arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku di êrişên hewayî yên li ser herêmên Reqqa û Hûmsê yên Sûriyeyê de 4 bîrên petrolê ku di kontrola DAIŞê de bûn hatin îmhakirin.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di êrişên hewayî yên li ser herêmên Reqqa û Hûmsê yên Sûriyeyê de 4 bîrên petrolê ku di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de bûn hatin îmhakirin.

    Li gorî daxuyaniya malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku dispêre navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku yek jê li Şamê û ya din jî li herêma Hûmsê bi nûnerên niştecihan re peymana agirbestê hat îmzekirin û bi vê peymanê re hejmara cihên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 136an.

    5 caran agirbest hat îxlalkirin

    Her wiha li gorî navenda şopandina agirbesta Rûsyayê li Sûriyeyê di nava 24 saetan de 5 caran agirbest hate îxlalkirin. Milîtanên rêxistina Ceyş-ul Îslamê li herêma Şamê bi top, hawan û çekên giran êrişî li Caur el Başa û Mazrat-Mahmûd, bajarokê Harastayê kir, her wiha rêxistina El Nûsrayê jî bi topên giran êrişî du herêmên Lezqiyeyê,İdlîb û herêmeke Hemayê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê ket sînorê Reqqayê
    Artêşa Sûriyeyê li Raqayê dest bi operasyonê kir
    Artêşa Sûriyeyê ji bo ‘Palmîraya duyemîn amadehiyan dike
    Artêşa Sûriyeyê Celadê qelew ê DAIŞê girt
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ceyş El Îslam, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Navenda Şopandina Agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê, Heleb, Lezqiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de