16:39 27 Gulan 2018
Heleb

Grûbên terorîst ên Helebê digel meha remezanê jî êrişên xwe didomînin

© REUTERS / Hosam Katan/File photo
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku grûbên terorîst ên Sûriyeyê digel meha pîroz a remezanê jî dîsa êrişên xwe yên dijî herêmên kurd û hêzên hikumetê pêk tînin.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku grûbên terorîst ên Sûriyeyê digel meha pîroz a remezanê jî dîsa êrişên xwe yên dijî herêmên kurd û hêzên hikumetê pêk tînin.

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand digel ku meha remezanê ji bo hemû misilmanan pîroz e û dest pê kiriye jî dîsa grûbên terorîst êrişên xwe yên dijî herêmên kurdan, hêzên hikumetê pêk tînin û sivîlan dikujin.

Li gorî daxuyaniyê grûbên terorîst di saetên şevê de bi top, hawan û moşekên lûledirêj êrişî Handarat, El Nayrab, Şêx Meqsûd û taxa Zehraya Helebê kirin.

Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên herêmî di van dewrên dawî de rêxistina terorîst a El Nûsrayê êrişên xwe yên Helebê zêde kirine.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî gotibû, ji bo ku Heleb û herêmên derdorê nekevin destê grûbên terorîst, em ê bi awayekî aktîf piştgiriya hewayî bidin Artêşa Sûriyeyê.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
Artêşa Sûriyeyê ket sînorê Reqqayê
Artêşa Sûriyeyê li Raqayê dest bi operasyonê kir
Artêşa Sûriyeyê ji bo ‘Palmîraya duyemîn amadehiyan dike
Artêşa Sûriyeyê Celadê qelew ê DAIŞê girt
Etîketan:
Hikumeta Sûriyeyê, Cebhet El Nûsra, Êrişa grûbên terorîst a Helebê, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de