23:38 21 Gulan 2018
    DAIŞ

    Li gundê Qîrata Mezin 4 terorîstên DAIŞê xwe teqandin

    © REUTERS /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku 4 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê piştî ku li gundê Qîrata Mezin ê bajarê Minbicê hatin dorpêçkirin, xwe teqandin.

    Minbic - Piştî 6 rojan ji operesyona ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' rizgarkirina Minbicê êdî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minibicê li bejahiya başûrê Minbicê şer dikin û operesyonê li wir didomînin.

    Şervanan li gundê Qîrata Mezin ê ku 7 km dikeve başûrê Minbicê ji terorîstên DAIŞê paqij kirin. Li devereke hawirdora gund şervanan 4 terorîst dorpêç kirin. Her çar terorîstên ku rêya xelasiyê nedîtin, heya beriya êvarê xwe teqandin. Di encamê de her 4 terorîst jî mirin.

    Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di operesyona lêgerîn û paqijkirina gundê Qîrata Mezin de 18 termê terorîstan hatiye dîtin û di nava wan terman de cenazeyên 8 terorîstên beyanî ku tê texmînkirina ji Çînê bin hatin dîtin.

    Her wiha li ber cenazeyan, 12 keleşkov tevî hezar fişekên wê, 30 rext, 1 B-7 (RBG) roketavêj û 6 roketên wê, 10 bombeyên destan, 1 durbîna şevê, 4 bêtêl û 1 Wi fi ya internetê, hatin bidestxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Minbicê de 6 gundên din hat rizgarkirin
    Terorîstên DAIŞê ji Minbicê direvin!
    Şervanên kurd 4 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
    Fermandarê kurd Ebu Leyla di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest da
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    Etîketan:
    4 endamên terorîst xwe teqandin, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de